Tuncay Sonel birin Erziromê

Waliyê berê yê Dêrsimê Tûncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hat binçavkirin, birin Erziromê.

1 deqe xwendin
Tuncay Sonel birin Erziromê

Piştî 6 salên windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê Gulistan Doku, derbarê waliyê berê yê Dêrsimê Tûncay Sonel ku ew çax li Dêrsimê walî bû de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Sonel duh, li Xarpêtê hat binçavkirin. Hat zanîn ku ji bo karûbarên îfadeyê wî birine Erziromê.