Em ê şaredariyên xwe bi gel re birêve bibin
Li Cizîrê bi dirûşma “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e” konferans hat lidarxistin. Di konferansê de hate gotin ku ew ê şaredariyan bi gel re birêve bibin.

Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dirûşma “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e” konferans li dar xist. Konferans, li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê li dar xist. Hevşaredarên Şirnex û navçeyên wê, endamên meclisa şaredariyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Li eywana konferansê pankartên “Em bi vîna jinê komunê, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava bikin” û “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e” hate daliqandin.
Konferans, bi sînevîzyoneke têkildarî şaredarvaniya komuniyê hat pêşandan. Piştre jî Endamê Lijneya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk Metîn Kilavuz axivî û got: “Ji bo paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bixin meriyetê em konferansan li dar dixin û pratîka xwe li ber çavan derbas dikin. Piştî konferansên li hemû bajaran em ê konferansa navendî li dar bixin û nexşerêya xwe diyar bikin. Gelê me ev şaredarî emanetî me kirin. Me got ‘Em ê bi gelê xwe re birêve bibin.’ Me çi kiriye em ê lê binêrin. Em ê pirsgirêk û çareseriyan bi hev re nîqaş bikin. Bila her kes pêşniyaran bike. Dê delegeyên navendî bên diyarkirin. Ev 27 sal in kursiyeke plastîk û maseyeke Rêbertiyê li Îmraliyê heye. Tevî van derfetên bisînor jî ewqas zêde diafirîne.”
Piştî axaftinan, konferans ji çapemeniyê re girtî domiya.


