Em rûmet û hebûna xwe biparêzin
Şervana jin ya ciwan ku rûmeta gelê kurd e di pencereyan hate avêtin ev e. Divê em vê yekê teqez fêm bikin û nehêlin ku kesek siyê bixe ser nirxên me. Lewra ev êrîşên ku tê kirin qelsiya me îfade nake. berefajî Îspata vê ye ku, jinên kurd çendî zikreşan, rûreşan, asoreşan ditirsînin. Sedem şoreşa jinan û şoreşa Rojava bi xwe ye

Me di dîroka xwe ya tekoşînê ya pêncî salî de gelek caran şênber tecrube kir ku, di tekoşînan de, şoreşan de serkeftin û binkeftin rewşên dip û dûz nînin. Ango; mirov çiqas xurt be tekoşîn bike ser dikeve, dema qels be bin dikeve… Na, dinya ne wisa ye. Bi gotina aşiqê tirkman; tifeng îcat bû, merdî xera bû. Lîstikên ku li ser xuyanga şer, ango li gor xwe nîşandayîna şer û encamên şer, ji şer bixwe pirtir in. Ji şer bixwe pirtir bi bandorin, dibin mijara lîstikan. Di dîrokê de jî ev yek heye. Agahîyeke baş yên şer dikin heta serkeftinê dibe, an jî agahiyeke nebaş qidûmê yên li qada şer dişikîn e. Bê şik yên ku li ser rewşên wisa, li ser xuyanga rewşa tekoşînê û şer lîstikên wisa dikin, herî pir hêzên serdestin. Lewra derfetên nîşandayînê herî pir di destê wan da ne, ji ber ku serdestî di heman demê de tê wateya hêzdariyê, îhtîmala ku nîşandayîna wan wekî rastî were fêmkirin jî heye.
Niha di roja me de ne tenê çete, cehş û wehşên ku qesta destkeftiyên gelê kurd dikin, serdestên dinyayê, hêzên hegemon yên dinyayê dixwazin hest û têgihîştîna me ya serkeftinê bigrin bin venêrana xwe. Dixwazin ji me rebêjin; “ em çiwextê bixwazin em dikarin pêşiya serkeftinên we bigrin, em dikarin destkeftiyên we ji dest we bigern, hûn bê destûr û daxwaziya me nikarin ser bikevin”
Divê em bi van lîstik, manîpulasyon û qirêjiyên lumpenên dinyayê, yên ku serdestiya xwe bi derewan û qirêjiyê hûnane nexapin. Wekî gel ji ber ku em xwedî wîjdan û hestin, me êşên gelan û bêwijdaniya serdestan pir dîtîye, em ji aliyê hestan ve zûtir bandor dibin. Divê em hestên xwe û guhên xwe ji qirêj û manîpulasyona serdestan re bigrin.
Hin rastî û heqîqetên ku divê teqez em her tim di bîra xwe da bigrin hene, lewra temînata serkeftina me bi parastina vê bîrê ve ye: Bê şik serdest di aliyê çek, pere, leşker, teknîk de jo bindestan hêzdartirin, lewra keda bindestan ya gelan desteser kirin e. Ango ew hêz jî ked û mîrateya civakê ye. Lê him dîroka mirovahiyê, him jî dîroka me ya tekoşînê bi hezaran caran nîşanî me da ku; esil hêza serkeftinê ne ew derfetên di destê serdestan de ne. Ma ger wisa ba çima dê hewcedarî bidîtana ku evqas lîstik bikin, evqas manîpulasyon bikin. Ew hêz jixwe ne di destê wan de bû? Herî pir serdest û yên ku dizwazin gelê kurd li gor berjewendiyên xwe bikarbînim zanin ku, rewş ne wisa ye. Divê em vê yekê jî qet ji bîr nekin; îro li hember gelê kurd bi tenê hêzeke kujer an jî dijminekî dipîdûz nîne. Hêzên hegemon yên dinyayê û statukoparêzên herêmê, dîsa gelek hêzên din yên li dinyayê li gor berjewendiyên xwe vê dijminatiyê dikin û dizwazin pêş bixin. Ji ber rewşa dîrokî û jeostratejîk, jeopolîtîk ya gelê kurd, gelek hêz di van lîstikan de rist dilîzin.
Me got, divê em bi derew û manîpulasyonan nexapin û esasên hêza xwe zanibin. Berovajî ku dixwazin nîşan bidin, hêza serkeftinê ji herdemê pirrie cuvak e. Civaka zana û rêxistî ye. Ma ku ne wisaba ji boy civakê gêj, bêrêxistin, bê vîn bikin, jiboy ku ferdperestiyê pêş bixin, civakê bikin hebên tizbiyan evqas dixebitîn? Tirsa wan ya ji gelê kurd herî pir ji ber vê yekê ye. Sedema ku dostaniya gelê kurd û ereb naxwazin ev yek e. Naxwazin gelê ereb jî xwe bi rêxistin bike, bibe hêza seekeftinê. Wekî gel ger kêmasiyeke me hebe jî di vê mijarê de ye, ku me bi têrî va heqîqeta bi gelê ereb û dostên xwe yên din nedaye nasîn.
Rastî û heqîqera din ya ku divê em di ferqê de bin û hêza me ya serkeftinê ye, hêza jinê ye. Jina zana û rêxistî ye. Jinên Rojava yên fedayî di Şoreşa Rojava de dilê gelan dilê mirovahiyê fetih kirin. Ev bi tenê metaforek an jî sempatîyek nîne. Ev heqîqeta hêza serkeftinê ye. Di civakekê de ger jin zana ye, rêxisti ye û tekoşer e, tu kes nikane wê civakê bin bixe. Çawa ku mêrê serdest- kujerê kastîk komuna li dora jinê belav kir û civak desteser kir; dîrokê de jî, îrojî serdest ji boy ku civakê di nav bindestî û dîlîtiyê de begrin, berê xwe dane- didin binxistina jinê. Sedema ku kapîtalîstan got; destpêkê li jinê bidin” sedema ku her roj jin tên kuştin ev e. Sedema ku bedenên me yên tazî li kolanan gerandin ev bû. Sedema ku şervana jin ya ciwan ku rûmeta gelê kurd e di pencereyan hate avêtin ev e. Divê em vê yekê teqez fêm bikin û nehêlin ku kesek siyê bixe ser nirxên me. Lewra ev êrîşên ku tê kirin qelsiya me îfade nake. berefajî Îspata vê ye ku, jinên kurd çendî zikreşan, rûreşan, asoreşan ditirsînin. Sedem şoreşa jinan û şoreşa Rojava bi xwe ye. Ji ber van sedeman em jî dibêjin; Jin rûmeta me ne Rojava hebûna me ye, divê em rûmet û hebûna xwe biparêzin.
Niha ev êrîş tiştekî din li me ferz dikin; bêşik êrîşên li ser gelê kurd dijmirovî û dijminane ne. Tê xwestin ku gelê kurd bi hêzên din civakên din re bikeve nava şerên bêdawî û dijminatiyê. Lê divê wekî gelê kurd em nekevin xefika van lîstokan. Hemî hewla me ew e ku em tekoşînê bînin zemîna tekoşîna sîyasî. Ev hêza gelê kurd hey e. Û dê teqez serbikeve. Derewkwrên ku heta îro ji bo gelê kurd rojek zîndan dilopek xwîndayîn nedane ber çavan, êrîşî nirxên gelê kurd yên pêncî salî û biryara azadiyê dikin. Gelê me taybetî jinên kurd û dostên me dê guhê xwe ne de ser van. Wekî ku helbestvan dibêje “gotina dawî her tim yên ku ber xwe didin dibêjin” , şopdarên heqîqetê yên ku heta îro gelê me nexelitadin e, dê encama vê tekoşînê jî diyar bikin. Mirovên ku zanin stratejîk bifikirin, dê zanibin ku kîjan gav rojane û xuyange, kîjan gav stratejîk e û mafên civaka demokratîk mayînde dike.


