Emîn Alper bi fîlma ‘Kurtuluş’ê sucên dewletê vedişêre!
Fîlmê Emîn Alper bi hişmendiya ‘zilamên spî û dagirker’ hatiye kişandin. Kurd xirab û barbar in, dewlet jî baş û rizgarker e.

Şer, komkujî, koçberiya bi destê zorê û tundiya sîstematîk a nîv sedsalî li Kurdistanê travmayên mezin û mayînde hişt. Ev şikestin ne tenê di asta fîzîkî de ye herwiha di warê sosyolojî û çandî de jî wisa ye. Hetanî niha ev kiryar bûn mijarên gelek roman, helbest û filman. Fîlmê derhênerê tirk Emîn Alper ê bi navê ‘Kurtuluş’ (Salvation) jî bi vê îdîayê hatiye kişandin. Fîlm, li ser pergala cerdevaniyê disekine. Lê film, behsa rola dewleta tirk a stratejîk a pergala cerdevaniyê piştguh dike, leşkerên tirk şêrin nîşan dide. Derhêner Alper, kurdan jî wek ‘terorîst’, ‘dijminê jinan’ û ‘barbar’ dide xuyakirin.
Fîlmê Emîn Alper ê bi navê ‘Kurtuluş’ di 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê de hat nîşandan û xelata juriyê girt. Naveroka fîlmê her çiqas ji aliyê sînamger û rewşenbîrên kurd ve were rexnekirin jî raya giştî piranî bal kişan ser axaftina derhêner Emîn Alper a li ser Fîlistîn û kurdên Rojava.
Fîlm cara yekemîn di 15ê sibatê de hat nîşandin. Derhêner Emîn Alper, piştî fîlmê behsa Xeza û filîstîniyan kir û piştgirtiya xwe nîşan da. Lê di vê axaftinê de behsa kurdan û Rojava nehat kirin.
Piştî gengeşî, rexneyên sînemagerên kurd ên li Berlinalê, ew neçar ma 6 roj şûnve di merasîma xelatan de dema axaftina duyemin kir cîh da kurdan jî. Eger Emîn Alper ewqas samîmî û ji dil bû ji bo çi di nîşandana yekemîn de behsa kurdan nekir? Divê ev were pirskirin. Min bi xwe pirs kir, lê Emîn Alper hem di derheqê fîlm de hem jî der barê axaftinê de pirsên min bêbersiv hişt.
Ev yek li aliyek din, lê mijara me zêdetir naveroka fîlmê ye. Film, roja sêşemê li Stenbolê ji bo çapameniyê hat nîşandan, di 6ê adarê de jî li Tirkiye û bajarên kurdan dê dikeve vîzyonê. Xuyaye ku ev nîqaş û gengeşî geştir dibin.
Fîlmek ji rastiyê dûr û manîpulatîf e
Peyva ‘Kurtuluş’ tê wateya ji esaretê, metirsiyê yan rewşeke zehmet rizgar bûn û gihiştina azadiyê ye. Ev têgeh di dîroka Tirkiyeyê de gelek pîroz û qedîm e. Vê peyvê bi Şerê Rizgariyê tê naskirin û wek amûreke îdeolojîk û dijberiya gel û baweriyên cuda tê bikaranîn. Lê di cîhanê de mijara ‘Kurtuluş’ê di sînemayê de jî wek metaforeke gerdûnî tê xebitandin.
Lê hewceya bersivdayînê ye ku Emîn Alper vê têgehê ji bo çi û kîjan wateyê de bi kar aniye. Gelo derhêner kî/kê jî çi xilas dike? Yan jî armanca wî xilaskirina dewletê ya ji sûcan e.
Fîlm di nav mekanên dîrokî û mîstîk ên Mêrdînê de derbas dibe. Derhêner sîstema cerdevaniyê ya dewleta tirk, avahiyên tarîqatan û têkiliyên feodal lêkolîn dike û nakokiyên civakî yên herêmê di navenda vegotinê de bi cih dike. Emin Alper, dibêje ku senaryoya fîlmê ji bûyereke rast hatiye wergirtin, lê gelek dîmenên di fîlmê de ji rastiyê dûr in, mîstîk û fantastîk in. Ev estetîzekirina komkujî, mirin û wêrankirinên di demên nêz de hatine jiyîn, ti têkiliya xwe bi fîlm re tune.
Di navenda fîlm de niştecihên du gundên kurd ê li Mêrdînê hene. Derhêner bi rêya van gundan rastiya heremê berovajî nîşan dide û li gorî fantaziyên xwe tîpolojiyek diafirîne. Vê tîştê jî wek jiyan û rastiya kurdan tîne ser perdeya spî.
Fîlm bi navên ‘Hazeranlar’ û ‘Bezariler’ dest pê dike. Ev nav ji bo gundiyên di du gundê cuda dijîn de tê bikaranîn. Lê derhêner van gundan wekî ‘qewmên cuda’ nîşan dide. Tê zanîn ku wateya ‘qewm’ ê civakên ku ji heman kok, ziman û nirxên çandî yên hevpar in. Nîşandana mirovên ku li gundên kurd dijîn wekî qewmên cuda (ji aliyê sosyolojîk û dîrokî ve) nêzikatiyeke şaş e.
Nedîtina tundiya dewletê
Di fîlm de her çîqas nakokiyên dîrokî yên di navbera van herdu gundan de hebe jî, dewleta tirk a kemalîst di salên 1990î de van nakokiyan vediguherîne pevçûneke nû. Cerdevanî û dijberiya kurdbûnê. Fîlm bi vegerandina komeke cerdevanan a ji operasyonê li dijî gerîlayê kurd, dest pê dike. Ev kom kujer ji aliyê şêx û rêberê tarîqatê ve bi coş tê pêşwazîkirin. Ew gelek kêfxweşin ku çend gerîlayên kurd kuştine (bi gotinên wan terorist). Ev tenê bi serê xwe ne dîmeneke. Ev temaşevanan jî manîpule dike û balê dikişîne cîhek din. Rêberê koma cerdevanan Mesût e (Caner Cindoruk). Birayê wî yê biçûk Ferît (Feyyaz Duman) jî rêberê gund û şêxê tarîqatê ye. Mesût ji ber zewaca xwe ya şaş ji pozîsyona şêxitiyê hatiye dûrxistin û ev rewş di karakterê wî de hêrs û cudabûnek diafirîne. Ev jî bi xwe re gelek tiştên xirab û ne baş derdixe holê.
Koma cerdevan û ev tarîqat li herêmê wek hêzek sereke ne. Bi çek in, hêz û xwedî ol in. Bê wan kes nikare li herêmê tevbigere. Dest dane ser mal û milkên ew gundiyên ku nebûne cerdevan û koç kirine. Lê belê ew kesên ku nebûne cerdevan hêdî hêdî vedigerin gundên xwe û doza erdê xwe dikin. Ev tişt cerdevanan aciz dike. Cerdevan dixwazin wan biqewitînin. Ev tiştanan hemû tên fêmkirin. Lê tişta herî girîng ew e ku, hemû kurd yekser di fîlm de xirab in. Serkêş û cerdevan, dijminê cîvakê ne, dijminê zarok û jinan e. Ji xwezayê hez nakin û xwedî hişmendiyek kujer in. Xwedî tarîqat in, di şikeftan de dijîn û li dijî jiyanek hemdem in.
Di aliyê din de di fîlm de têkoşîna gerîlayên kurd û armancên wan ên çûyîna çiyê nayê nîşandan. Ew tenê di diyalogan de wekî ‘terorîstên êrişkar’ tên binavkirin. Temaşevan wan bi vî awayî dibînin.
Di fîlm de ya herî girîng ew e ku ew gundiyên salên borî nebûne cerdevan û ji gund hatine qewitandin piştî salan vegeriyane û ketine dorê û dixwazin çek bigrin û bibin cerdevan.
Di rastiyê de hetanî niha tiştek wisa nehatiye bîhistin ne jî hatiye jiyîn. Li gor min ew vê peyamê dide kurdan; ‘Hûn 20-30 sal berê nebûn cerdevan, we gund û erdê xwe terikand lê binêrin hûn dîsa vegeriyan ber deriyê dewletê.’
Bi vê peyamê, poşmanî û neçariyê empozeyî kurdan dike. Peyamên wiha zirav di sînemayê de wateyên xwe yên girîng û kûr hene.
Li Kurdistanê piştî sala 1984an şûnve bi awayek plan, pergala cerdavanî hat avakirin. Bi polîtikayên dewletê ev hat meşandin. Afirîner û damezrînerê sîstemê dewlet bi xwe ye. Di encama vê polîtikayê de bi hezaran gund hatin valakirin, bi deh hezaran kes jî hatin kuştin. Lê di fîlm de qet rola dewletê nayê dîtin.
Di fîlmê de jinên kurd ên azad jî hedef tên girtin. Çekgirtin û cerdevaniya Gulsum, hewldanek li dijî jinên azad ên ku bi salan li dijî DAIŞê şer kirine û li hemû cîhanê bûne sembol. Derhêner bi karektêra Gulsum re serhildan û berxwedana kurdan hedef digre û balê dikişîne noqteyek din. Wê wek parçeyek pergala dagirkeriyê nîşan dide.
Fîlmek xwedî hişmendiya dagirkeriyê ye
Di fîlm de ewqas tişt diqewimin lê dewlet tune ye. Rol û mîsyona wê nayê xuyakirin. Berovajî dewlet li wir şexsê fermandarek leşkerî de tê temsîlkirin. Ew jî figûreke pasîf, nerm û rizgarker tê nîşandan. Di hemû herîkandina fîlm de rola dewletê bi vî awayê ye. Lê di sahneya dawî de dema cerdevan gundiyên vedigerin gundê xwe dikujin, dewlet bi awayek rizgarker derdikeve holê. Fermandarê leşkerî di komkujiyê de keçek biçûk filitiye bi dilek germ hembêz dike, bi rûyek bi ken wê pêşwazî dike û avê didê. Ev sahne tenê bi serê xwe mijara lêkolîn û analîzkirinê ye.
Ev sahne parçeyek sînemaya dagirkeriyê ye. Sînemaya welatên serdest û dagirker bi van sahneyan dijîn. Em dizanin di sînemaya Amerikayê de fîlmên li ser Vîetnamê hatine kişandin piranî bi van sahneyan dawî dibin. Gelên heremê wek barbar, xirab û kujer, xwe jî baş û paqij nîşan didin.
Fîlmê Emîn Alper jî bi hişmendiya ‘zilamên spî û dagirker’ hatiye kişandin. Kurd xirab û barbar in, dewlet jî baş û rizgarker e.
Her çiqas di afîş de ziman bi tirkî û kurdî be jî di vir de kurdî weke efekteke xirab hatiye bikaranîn. Ev medot ne îro tê bikaranîn bi salan e di sînemaya Tirkiyeyê de tê nîşandan. Henek bi zimanê kurdî kurmancî tê kirin. Ji aliyê din ve lîstikvanên kurd yên wek Feyyaz Duman, Nazim Karaman, Aram Dildar û Selim Akgul jî di fîlmek wiha de dilizîn. Ev jî paradoksek cuda ye.
Fîlm di warê sînematografîk de jî gelek bi pirsgirêk e, sahneyên ji hev qutkirî, bêmene û lîstikvaniyek xirab derdikeve pêş.

