Emrek 5 sal, du koçberî û veger

Piştî 8 salên koçberiyê kafîleya duyemîn a koçberên Efrînê vegeriyan. 200 malbat bi hesreta salan, piştî koçberiya ku sê caran jiyan, di her carê de bi dehan êşan re rû bi rû man vegeriyan bajarên xwe. Di her seyareya ku li ser rêya vegerê bû bi dehan zarok… Zarokên ku Efrînê nebihistine, lê êşa koçberiya bi darê zorê jiyane.

1 deqe xwendin
Emrek 5 sal, du koçberî û veger

Çi têgînek sosret e veger. Li tiştê ku dev jê hatiye berdan, çi bi zorê çi bi xwestek veger çawa dibe gelo? Piştî wext li ser tiştekî diçe, gelo mirov dikare bêje vegera li tiştekî pêk tê? Lê belê ger ku kesê vedigere ne ew kes be ango tiştê ku mirov lê vedigere êdî ne ew tişt be? An jî zarokek bifikrin li koçberiyê ji dayik bûye û vedigere bajarê ku bi hesreta wê mezin bûye? Bajarekî ku navê wê bihistiye, hesreta wê tevî emrê wê/wî şîn bûye, lê ne wê bajarê nas dike ne jî dizane bê ka çi li wê bajarê heye. Hê temen ewqas ne têgihiştiye ku bizanibe veger jî çi ye, lê li ser rêya vegerê ye. 

Piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî di sala 2018an de birin ser Efrînê, piştî berxwedana 58 rojan a bêhempa Efrîn di 18ê adarê de hat dagirkirin. Bi sed hezaran efrînî neçar man koç bikin û berê xwe dan herêma Şehbayê. Li Şehbayê êrişên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî carek din berdewam kirin, di êrişan de jin, zarok û gelê koçber bûyî hatin kuştin. Lê asta êrişan bi vê re jî sînordar nema, li milê din de jî rejîma Baasê ya hilweşiyayî bi rêgirî û ambargoyan bi salan nehişt ku pêdiviyên bingehîn ên jiyanî derbasî herêmê bibin. Bi dehan zarokên ku ji ber rêgiriyê derman neket herêmê jiyana xwe ji dest da, bi dehan kal û pîrên ku nexweşiyên wan giran bûn nekarîn xwe bigihînin mafê mirovî ya tendirustiyê. Berxwedana gel a bi pêşengiya jinên ku bûn stûnên bingehîn ên şoreşê 7 salan li Şehbayê dewam kir. Gel xwe ne radestî tirsa ji ber êrişan kir ne jî li hemberî polîtîkayên rêgiriyê radest bû. 

Bi nêzbûna 6emîn salvegera dagirkeriya Efrînê, gel carek din bi êrişên dijwar ên dewleta tirk û çeteyên wî re rû bi rû ma. Di kanûna 2024an de neçar ma ji Şehbayê jî koçber bibe û berê xwe bide herêmên bi ewle yê Rêveberiya Xweser. Di êrişên qirkirinê yên 6ê çileyê de li dijî rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin, cara sêyemîn neçar ma ku ji bajarên mîna Reqa, Tebqayê koçber bibin. Bi Peymana 29ê Çileyê ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşî girtina li komkujiyê pêşniyara wê kir, koçberên Efrînê jî dest bi vegerê kirin ku bi salan e yekane daxwaza wan vegera bi ewle û bi rûmet bû. 

Piştî 8 salên koçberiyê kafîleya duyemîn a koçberên Efrînê vegeriyan. 200 malbat bi hesreta salan, piştî koçberiya ku sê caran jiyan, di her carê de bi dehan êşan re rû bi rû man vegeriyan bajarên xwe. Di her seyareya ku li ser rêya vegerê bû bi dehan zarok… Zarokên ku Efrînê nebihistine, lê êşa koçberiya bi darê zorê jiyane. Zarokên ku dema bajarê wan hat dagirkirin hê jidayik nebûbûn, lê êşa kuştina zarokên ku 8 sal berê di emrê wan ê niha de hatin kuştin hîs kirine. 

Dema ku ez jî ji bo dîtina malbatan li cihê birêkitina malbatên koçber bûm zarokek bala min kişand. Çawa kameraya min dît tiliyên xwe yên serkeftinê rakir. Zarokek 5 salî bû. Hinek ji emrê xwe biçûktir dixuya. Bi zimanê xwe yê lalik got ku navê wî Şervan e. Şervan jî mîna zarokên di emrê wî de bi kelecan e ji bo çûyîna Efrînê. Wê yekem car Efrînê bibîne. Dayika wî dibêje ku wî bi şev xew nekiriye. Ji tiliyên serkeftinê yê Şervan maç dikim û jê dipirsim bê ka ew biçe Efrînê wê destpêkê çi bike. Hinek disekine li min meyze dike. Ew bi xwe jî baş nizane wê çi bike. Nas nake. Ne Efrînê dîtiye û ne jî dizane bi vegerê re wê ewil çi bike. Paşê kenek dikeve ser rûyê wî. Baş e hat bîra Şervan ku ew ê çi bike. Bi kenek li ser lêvan û çavên ku dibiriqe dibêje ‘ezê biçim bin dara zeytûnê û bilîzim’. 

Lîstokên Şervan difikrim. Li gelek cihên ku lê koçber bû lîst. Li Şehbayê di bin êrişan de dema ku hê gavên xwe yê destpêkê avêt dilîst. 5 hevalên wî yê di emrê wî yê niha de bûn jî dema dilîstin bi hawanên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî hatibûn kuştin. Belkî Şervan wan nedît û nas nekir, lê ew li Şehbayê li ber peykerê ku ji bo wan zarokan hatibû çêkirin lîstibû. Paşê Şervan tirsa koçberiya li Şehbayê dîtibû. Piştî demekî ji ser vê koçberiya xwe li hewşa mala ku li Reqayê bi cih bûbûn dema ku dilîst car din neçar mabû dîsa koçber bibe. Şervanê me du koçberî jiyabû di emrê xwe yê pênc salî de. Mîna bi hezaran zarokan… 

Rastiyekî sosret e dîsa. Şervan du car ji du cihên cuda koçber bû, lê belê hesreta bajarekî ku qet nedîtiye dijî. Em dibêjin veger lê ji bo wî destpêka jiyanekî nû ye. Naskirinekî nû, cihê lîstikê yê nû, cihê xwe naskirinê yê nû… Lewra Şervan di rastiyê de venagere, dest bi destpêkek dike. Bi emrê biçûk, tiliyên biçûk ên ku di rêwitiya wî ya nû de ji bo kameraya me bikşîne bilind dike, kêfxweşiya vê rêwitiya jiyanek nû dijî. 

Êdî wext hat. Şervan tevî malbata xwe sûwarî seyareyê dibe. Herî dawî li ber şibaka seyarê tiliyên xwe radike, ji me xatir dixwaze. Li ber şibaka ku ew lê dinêre dayikek şaxê zeytûnê radike ji bo wî û ji bo hemû koçberan, bi şaxa zeytûnê wan oxir dike.

berivan inatçi.jpeg