Ên ji azadiyê bawer dikin dê tu carê ranewestin

Em gelek caran qala astengî û êrîşên dewleta tirk ên li hemberî kurdan û bi taybetî li dijî jinan dikin. 5’ê nîsanê careke din êrîşî aktîvîstên li Amedê kirin.

1 deqe xwendin
Ên ji azadiyê bawer dikin dê tu carê ranewestin

Em gelek caran qala astengî û êrîşên dewleta tirk ên li hemberî kurdan û bi taybetî li dijî jinan dikin. 5’ê nîsanê careke din êrîşî aktîvîstên li Amedê kirin. 22 jin di encama vê êrîşê de hatin binçavkirin, 6 jê bi îdîaya endamtiya rêxistinê hatin girtin. Lê di vê êrîşê de, xala esasî ne girtina jinan û îşkencekirina wan e. Ev qirkirina siyasî di bingeha xwe de nîşandayîna sînoran e. Hikûmetê heya niha fêm nekir ku êrîşên li dijî jinan dê têkoşîna wan sînordar nekin. Berovajî wê, çiqasî êrîş li jinan tê kirin rêxistinbûna wan û hêza wan zêdetir dibe. Di vî warê de, em dikarin bal bikişînin ser helwesta hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî. Di heman hefteya ku 22 jinên li Amedê hatin binçavkirin û girtin de, Şevîn Alaca ji girtîgehê hat berdan. Helwesta wê mînakek ji berxwedana jinan e. Bi kurtasî hevşaredara Qersê got; “Ez ê serî netewînim û ji devera mayî dewam bikim.”

Me ev helwest ji destpêka salê vir ve bi gotinên cuda her û her bihîstiye û xwendiye. Jinên hatin girtin, binçavkirin û jinên li derve ji bo hevalên xwe têdikoşin, bi rêbazên cuda heman tiştî dibêjin. Lê ew tenê nabêjin, her wiha ew heman têkoşîna xwe li qadên berxwedanê jî didin nîşan. Hikûmet di roja Newrozê de, di roja berxwedana kurdan de biryara xwevekişandina ji peymana Stenbolê dabû. Ji vê rojê vir ve, jinên li Bakur û Tirkiyeyê derdora xwe dihejînin. Jinan bi hemû çalakiyên xwe heya niha diyar kir ku ew ê ji bo mafên xwe yên bingehîn têbikoşin û vê têkoşînê jî rojane li qadan nîşan didin. Ev hemû bi hev re ne tesaduf in. Hema bi carekê jî biryarên bi vî awayî nayên dayîn. Li ku derê çirûskên berxwedanê xuya bikin, hewl dide li vê derê bixe. Bûye weke mêşekî gêj ku dengê wî li ber guhan dibe sedema acizbûnê. Êdî nizane li ku bide û yekser cihên berbiçav hedef digire. Jinên ku li qadê dengê wan bilind dibe jî ji xwe re weke hedefeke hêsan diyar kiriye. Lê her carê ji bîr dike ku jin her çiqas êrîş bi ser wan de tên, hincetên berxwedanê jî mezintir dibin. Ew dibêjin