Endamê PJAKê: Şîn dê veguhere dengê berxwedanê

Endamê Lijneya Rêveber a PJAKê Rêbwar Awdanan, diyar kir ku ji ber komkujiyên li Kirmaşan û Îlamê di şînê de ne û got: “Dê ev şîn veguhere dengê berxwedan û edaletê.”

1 deqe xwendin
Endamê PJAKê: Şîn dê veguhere dengê berxwedanê

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêbwar Awdanan, têkildarî xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê, komkujiyên li Îlam û Kirmaşanê axivî.

Rêbwar Awdanan diyar kir ku bûyerên ku di dema xwepêşandanên meha çile ya 2026an de li Kirmaşan û Îlamê rûdan, beşeke ji jenosîdên bixwîn ên li dijî kurdan e û got: “Ev komkujî bi bêdengî çêbûn. Îlam û Kirmaşan jî rûbirûyê heman tişta ku niha li Kobanê û seranserî Rojava rû dide bû. Ferqa di navbera DAIŞiyên Colanî û DAIŞiyên Xamaneyî de tenê di şêwazê pêkanîna tawanan de ye. Yek ji wan wêne û dengên sûcên xwe çêdike ji bo tirsandina cîhanê, yê din jî wêne û dengên sûcên xwe tahrîf dike daku hêza xwe ya çewisandinê nîşan bide.”

Rêbwar Awdanan, bi berdewamî got: “Îro Kirmaşan û Îlam şîn digirin, lê ev şîn dê bibe berxwedan û dengê xwe ji bo daperiyê bilind bikin. Dîroka Kirmaşan û Îlamê nîşanî me dide ku trajedî û xemgîniyên mezin hertim bûne sedema hêrseke mezintir û berxwedaniyek mezintir.”

Bi domdarî Rêbwar Awdanan wiha got: “Piştî sedsal ji siyaseta ferzkirinê ya li herêmê, bi tevgera şoreşgerî ya Jin Jiyan Azadî li Melîkşah, Awdanan, Serbeleh, Kirmanşan, Şebad û Hersînê bi serhildana di meha çile de bersiv hat dayîn. Bêguman xelkê ku îro şînê digire, wê bersivek dîrokî bidin wan komkujî û jenosîdên ku hêzên Komara Îslamî li beramberî wan kirine. He çiqas Îlam û Kirmaşan bîrîndarin, lê hîna jî wek Bêstûn, Peraw, Manşit û Kewirkêw bi serbilindî sekinîne. Zagros bi giranî birîndare, lê dilê wê ji her demê zêdetir ji bo azadiyê lêdide."