Erdogan: Em li benda raporeke ku pêvajoyê bi lez bike ne

Erdogan diyar kir ku ew li bendê ne Komîsyona Meclisê raporek Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi lez bike û guherîna zagona rêveberiyên herêmî jî yekem car sînyala da û wiha got: “Divê em rewşa giran ku di navbera îdareya navendî û rêveberiyên herêmî de dibe sedema pevçûna rayeyê modernîze bikin.”

1 deqe xwendin
Erdogan: Em li benda raporeke ku pêvajoyê bi lez bike ne

Serokomarê Tirkiyeyê R. Tayyip Erdogan di dema vegera xwe ya serdana Siûdî Erebistan û Misirê de ji rojnamegerên girtine balefira xwe re axivî. Erdogan li ser pirsên hatî têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî axivî û balkişand ser rapora ji hêla Komisyona Meclisê ve tê amedekirin. Erdogan wiha axivî: “Komsîsyona Meclisê ber bi temamkirina raporê ve diçe. Hêviya me ew e ku di raporê de nêrînek li ser bingeha pêkhatinê ku pêvajoyê bi lez bike serwer be.” Erdogan li ser mijara rêveberiyên herêmê jî axivî û ev tişt gotin: “Pêwist e em pê rewşa niha û di navbera îdareya navendî û rêveberiyên herêmî de dibe sedema pevçûna rayeyê modernîze bikin.”

Cardin rastî berovajî kir

Erdogan derbarê peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hatiye îmzekirin de jî axivî û daxwaza xwe ya yekperestî ji bo Sûriyeyê cardin dubare kir. Erdogan îdîa kir ku ew dixwazin li Sûriyeyê kurd, ereb, tirkmen û nûsayrî teva bi hevre bijîn. Erdogan cardin bi gotina, “Divê HSD pêwistiyên peymanê bi cih bîne” hem çeteyên girêdayî xwe yên li Sûriyeyê parastin û hem jî gef li kurdan xwar.