Êrişan tora enerjiyê felç kir

Îsraîl û DYAyê piştî hedefên leşkerî niha berê xwe da hedefên enerjiyê. Di encama êrişên şevê din pêk hatin de nêzî 40 depoyên mezin ên petrolê û herî kêm 2 rafîneriyên hilberîna gaz û petrolê bûn hedef û di encama êrişan de xiraser mezin derket holê. Li gorî pisporan bi felçkirina tora enerjiyê DYA û Îsraîl dixwazin pergalê bi tevahî bidin rawestandin û pêşiya serhildanên gel vekin.

1 deqe xwendin
Êrişan tora enerjiyê felç kir

Şerê DYA, Îsraîl û Îranê di roja 9an de berdewam dike. Heta niha bi giranî navendê leşkerî, îstîxbarî û îdarî yên rejîmê hatibûn bombebaran kirin. Piştî daxuyaniyên DYA û Îsraîlê yên têkildarî merheleya duyemîn şerê di êrişan de tora enerjiyê ya Îranê hate hedef kirin. Di êrişên şeva 8ê Adarê de depo û rafîneriyên petrolê, her wiha tesîsên enerjiyê bûn hedef.

Tahran bû armanca yekemîn

Paytexta Îranê Tahran yek ji cihên ku êrîş zêdetir lê pêk hatin bûn. Di êrişên têkildarî baregehên leşkerî, navendên ewlehiyê, cihên cebilxane û hilberîna çekan de jî bajarê herî zêde rastî lêdanê hatî yek jî Tehran bû. Şevê din jî Depoya Petrolê ya Şahran û Rafîneriya Şahr Rey hatin bombebaran kirin. Piştî êrîşan agir bi gelek tankên depoya petrolê ket û dûmanek mezin ji bajar rabû. Di êrişan de herî kêm 30 tankên depokirina petrolê îmha bûn.

Li Îsfahan tesîs û li Karajê depo hatin tunekirin

Li Bajarê Karajê jî êrîşên giran û berfireh hatin kirin. Depo û tesîsên depokirina petrolê yên li vî bajarî hatin bombebarankirin. Piştî êrîşan li hin cihan teqîn çêbûn û agir bi ser bajar ket. Li derdora Îsfahanê jî êrîş hatin ragihandin. Li derdora Îsfahanê tesîsên enerjiyê bûn hedef. Di van êrîşan de Rafîneriya Najafabad û hin tesîsên pêşesaziyê yên têkildarî enerjiyê hatin bombebaran kirin.

Êriş ber bi başûr ve fireh bûn

Heta niha êrişên DYA û Îsraîlê bi giranî li Rojhilatê Kurdistanê heta navenda Îranê pêk dihatin. Bi lêdanên şevê din êriş ber bi başûrê Îranê ve jî fireh bûn. Di pêla êrîşan de tesîsên enerjiyê yên li başûrê Îranê hedef hatin girtin. Li Pada Gazê ya South Pars û li derdora Rafîneriya Gazê ya Fajr-e Jam pêşiyê teqîn pêk hatin û û piştre şewatê dest pê kir. Ji ber şewatan dûmanên mezin li hewa çêbûn.

Êrişan tora enerjiyê felç kir

Tahran, Rey û Karaj di nav cihên herî zêde bûne hedefa êrişan de ne. Zêdeyî 40 depoyên petrolê hatin tunekirin û herî kêm 2 rafînerê hedef hatin girtin. Zirarek mezin gihişt tora enerjiyê ya Îranê. Li gorî pisporan bi van êrişan DYA û Îsraîl dixwazin jiyanê li Îranê bidi rawestandin û bi felçkirina tora enerjiyê pergala rejimê jî felc bikin. Pispor destnîşan dikin ku dema çavkaniyên enerjiyê nexwebitin û enerjî nebe ev yek bandorek zû û kûr li ser jiyanê dike.