Êrişên li ser Rojava di çapemeniya cîhanê de çawa hatin dîtin?
Êrişên ser Rojava berdewam in û çapemeniya cîhanê bal kişand ser rola Tirkiye û aktorên herêmê.

Êrişên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Niha yek ji rojevên çapemeniya cîhanê jî ev êriş in. Di çapemeniya cîhanê de tê destnîşankirin ku Tirkiye şirîkê van êrişa ye û aktorên din ên herêmî jî piştgiriyê didin êrişên ser Rojava.
Rojnameya Le Mondeyê ya navenda wê Fransa, di nûçeya xwe ya bi sernavê “Divê civaka navneteweyî kurdan biparêze” de diyar kir ku Rojava û HSD di bin êrişeke bêperwa de ye û şêweyê ragihandina vê rewşê ya ji hêla medyayê ve wiha rexne kir: “Tiştên îro li Sûriyeyê diqewimin, ne wekî medya nîşan dide di navbera civakan û komên olî de ye; dijberiya di navbera di pêşerojên Sûriyeyê de ye. Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed el-Şara hikûmeteke navendî, dij-demokratîk û modela Komara Ereb a Sûriyeyê diparêze. Bi vê modelê re hem dê mafên siyasî sendîkayî, hem yên jin û kêmayiyan bên tunekirin û qadeke ku DAIŞ dîsa lê bihêz bibe û mîna fîtîlekê amade ku biteqe ava dike. Hêzên rojavayî piştgiriyê didin vê projeyê lêbelê dikin ku xizmeta berjewendiyên wan bikin. Herwiha li başûr dagirkeriya Îsraîlê û li bakur jî mudaxileya Tirkiyeyê misoger dikin.”
Di berdewamiya nûçeyê de wiha hat gotin: “Li dijî vê, li Sûriyeyê modeleke demokratîk jî pêkan e ku Sûriyeyê komî ser hev bike. Ev modela ku roleke siyasî dide jinan û kêmaniyan, xwe dispêre modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di nava salekê de li seranserî Sûriyeyê aktîvistên mafan, hêzên pêşverû û lîderên ereb, elewî û durziyan ragihand ku modela Ahmed el-Şara red dikin û piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser.”
The New Humanitarian jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Li hemberî pêşketina hikûmetê ya li Sûriyeyê êzidî û kurd di nava tirs û nediyarê de ne” de bal kişand ser êrişan. Di nûçeyê de wiha hat gotin: “Ji bo kêmaniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirbesta zeîf, têkildarî pêşeroja wan a li Sûriyeyê pirsên kûr bi xwe re tîne.”
Rola Tirkiyeyê
El Españolê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Sûriye di nava agir de ye: El-Şara û DYA kurdan bêçek dikin, gefa DAIŞê ya li herêmê dîsa vedigere” de diyar kir ku di êrişan de rola gelek aktoran di êrişan de heye û wiha hat gotin: “Rola Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de, di mijara bilez bidestxistina herêmên kurdan de rolekî krîtîk lîst. Li hemberî vê, Îsraîlê jî berambarî ku hêza xwe ya li başûrê Sûriyeyê zêde bike, dev ji piştgiriya xwe ya ji bo serxwebûna kurdan berda.”
Agenzia Nazionale Stampa Associata (ANSA) a Îtalyayê jî di nûçeya xwe de bal kişand ser ku HTŞ gelek caran agirbest binpê kiriye. Di nûçeya bi sernavê “Li Sûriyeyê agirbest hate binpêkirin, hêzên çekdar ber bi Kobanê ve pêş dikevin” de hat destnîşankirin ku komên di bin fermandariya el-Şara de di saetên dawî yên agirbestê de dîsa agirbest binpê kirin û êrişên xwe didomînin.
Li hêla din, çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên ser Rojava li seranserî cîhanê tên lidarxistin jî di rojeva çapemeniya cîhanê de bûn.
Tirkiye piştgirî da êrişan
The Canary a navenda wê Îngilistan jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Li Londonê 50 hezar kes li dijî qirkirina li dijî kurdan û kêmaniyên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan” de cih da protestoyên ji bo Rojava. Di nûçeyê de hat gotin ku gef li ser hebûna Rojava heye û wiha hat gotin: “Hêzên hikûmetê yên bi serokatiya Ahmed el-Şara, li dijî nirxên demokratîk û curbicuriyê bi temamî xemsar tevdigerin. Hikûmeta ku piraniya wê ji endamên HTŞê pêk tê ku baskekî El-Qaîdeyê ye, li seranserî Sûriyeyê komên olî û kêmanî hedef girt û tundiyeke metirsîdar kir. Li dijî vê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke xwe dispêre pirçandîtî, mafên jinan, ekolojiyê pêş xist. Lêbelê ev tevgera şoreşger, ji ber êrişên komên cîhadîst ên Tirkiye piştgiriya wan dike û hêzên hikûmetê ku artêşa Tirkiyeyê bi balafirên şer ên bêmirov, bi êrişeke man û nemanê rû bi rû ye.”
Rewşa mirovî giran e
Rojnameya Freedom a navenda wê Îngilistanê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Bi hezaran kes li Londonê ji bo Rojava meşiyan” de çalakiyên protestoyî girt rojeva xwe. Têkildarî êrişên ser Rojava de jî wiha hat gotin: “Bajarên piraniya şêniyên wan kurd, niha di bin dorpêça milîsên Tirkiye piştgiriya wan dike, HTŞ û hucreyên DAIŞê de ne. Li herêmên din ên di bin kontrola kurdan de jî zexta koçberî, binesazî û kapasîteya alîkariyê giran dibe. Şert û mercên însanî roj bi roj xerabtir dibin. Li bajarê Kobanê ku di dorpêçê de ye, av û ceyran hat qutkirin. Vê jî malbat neçarî avahiyên cemaweriyên yên nikarin xizmetê bidin kir. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku bi deh hezaran sivîl ji ber bombebaran û bêbaweriyê direvin û heta niha herî kêm 5 zarokan ji sermayê jiyana xwe ji dest dane.”
Balkêş e ku gelek weşanên navenda wan Amerîka cih nedan binpêkirina agirbestê û êrişên ser Rojava.


