'Erkên xwe bi cih bînin û dorpêçê rakin’

Meclisa Jinan a PYDê ya li Kobanê banga li civata navneteweyî kir erkên xwe bi cih bînin û dawî li dorpêçê bînin.

1 deqe xwendin
'Erkên xwe bi cih bînin û dorpêçê rakin’

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) ya şaxê Kobanê têkildarî dorpêçakirina Kobanê ji aliyê komên hikumeta demkî ve daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda PYDê  ya bajarê Kobanê, bi tevlîbûna endamên meclisê ji aliyê endama meclisê Bedîa Miho ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên komên çekdar ên hikumeta demkî û dorpêçkirina bajarê Kobanê hatin şemezarkirin û hate gotin: "Careke din dîroka Rojava xwe dubare dike. Çawa di şerê Kobanê yê sala 2014an de her çar perçeyên Kurdistanê û gelê me yê derveyê welat xwedî li Kobanê derketin, îro jî bi serhildanên xwe xwedî li nasnameya kurdewarî derketin."

Meclisa Jinan a PYDê banga li rêxistin û saziyên mirovî kir ku erkên xwe bi cih bînin, dorpêça li ser Kobanê rakirin û hêzên hikumeta demkî ji gundewarên Kobanê vekişin da ku xelkên wan deveran vegerin cih û warên xwe.