Êşa me yeke divê têkoşîna me jî yek be

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ê di axadtina xwe ya bîranîna komkujiya Kizildereyê de got; Mazlûm Dogan ji bo çi canê xwe dabin, Mahîr Çayan û rêhevalên wî jî ji bo wê canê xwe danê û got; “Êşa me yek e. Têkoşîna me jî divê yek be.”

1 deqe xwendin
Êşa me yeke divê têkoşîna me jî yek be

Bi munasebeta 54emîn komkujiya Kizildereyê ku Mahîr Çayan û 10 hevalên hevalên wî yên şoreşger hatibûn qetilkirin, li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endam û nûnerên partiyên Sosyalîst û demokratîk û welatî kes tevlî bernameyê bûn.

Girsê ji têketina deriyê Goristanê heta Gora Mahîr Çayan û rêhevalên wî meş lidarxistin. Girseyê bi pankarta ku wêneyên Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakkaya, Ulaş Bardakçi û Yusuf Aslan li ser bû, heta goristanê dirûşmên, “Bijî şoreş û Sosyalîzm”, “Kızıldere ne dawî bû, têkoşîn didomê” û “Bijî têkoşîna me ya şoreşgerî” berz kirin. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo cangoriyên Kızıldere û Sosyalîzme dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê metna daxuyaniya bîranînê Serokê Federasyona Şoresgerên 78an Huseyîn Esenturk xwend. Huseyîn Esenturk bi lêv kir ku tekoşîna wan didomê û got ku heta serkeftinê ew ê têkoşînê bidomînin.

‘Deriyê me ji hemû Sosyalîstan re vêkirî ye’

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di axaftina xwe ya bîranînê de got; Mazlûm Doğan ji bo çi canê xwe dabe Mahîr Çayan û rêhevalên wî jî ji bo wê canê xwe danê û wiha got: “Êşa me yek e. Têkoşîna me jî divê yek be. Tevgera azadî ya Kurd û Tevgera Sosyalîst divê bi hev re têbikoşin. Birêz Ocalan dibêje têkoşîna min têkoşîna Mahîr Çayan e. Fikir û rêmanên Mahîr Çayan di nava DEM Partiyê de zindî ye. Dîsa birêz Ocalan dibêje divê Tevgera Azadî ya Kurd û Tevgera Sosyalîst bi hev re têbikoşe. Beyî vê yekê serkêftin ne pêkan e. Deriyên me ji hemû Sosyalîstan re vêkiriye. Wan ji bo azadiyê canê xwe dan. Emê têkoşîna wan tu carî jibîr nekin.”Bîranîn bi danîna qurnafîlan a ser goran, bi dawî bû.