Eşîra dawudî piştgî da Rojava
Eşîreta Dawudî bi peyamekê piştgirî da Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku ew hemû sûc û binpêkirinên ku çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî sivîlan pêk anîne şermezar dikin.

Serokê Eşîreta Dawudî Azad Medhed Axa di daxuyaniyekê de diyar kir ku piştgiriyê didin Rojava û got “Em bi tundî sûcên ku armanca wan paqijkirina etnîkî û guhertina demografîk li deverên Kurdane, şermezar dikin.”
Serokê Eşîra Dawûdî Azad Medhed bang li hemû eşîrên Kurd kir ku bibin yek û piştgiriyê bidin her hewldan û kampanyayek ji bo parastina mafên rewa yên Rojava. Azad Medhed da zanîn ku yekîtiya gelê Kurd hêza herî mezine ji bo rawestandina neheqî û sûcên çeteyanb Azad Medhet bêdengiya medyaya navnetewî û rêxistinên mafên mirovan bi tundî rexne kir û got; “Ev bêdengî hevkariya bi neheqiyê re ye. Lewra ez bang li saziyên çapemeniyê dikim ku rastiyan eşkere bikin û sûcdar werin darizandin.”


