‘Ez Amûda şewitî me!’
Ehmed Huseynî ber bi bêdawiyê ve çû, wî ev pirs mîna êşeke şêrîn di bîra me de hişt:

Oxir be şêxê helbestê...
Oxir be dengê amûda şewitî...
Ehmed Huseynî... ”Şêxê Helbestê…” Piştî têkoşîneke dijwar a bi nexweşiyê re, pênûsa xwe radestî nemiriyê kir. Ev xatirxwestin, ne tenê wendakirina helbestwanekî bû; bêdengbûna mîmarekî zana bû ku pênûsa xwe wekî pireke zêrîn di navbera bîranîn û sibehên azad de ava kiribû. Wî tenê helbest nedinivîsand, di nav helbestê de jî dijiya. Ew balindeyekî nav berfê bû ku li stargeha peyvê digeriya, mîna ku wî bixwe di wan ristên xwe yên nemir de digot:
“Biferzîne, di berfê de balindeyek im;
Hatime xwe li reşahiya çavên te danî me...”
Ev “balindeyê di nav berfê de”, xerîbiyê hem wekî dûrbûna ji axê, hem jî rewşeke giyanî ya kûr didît. Ji bo wî, her rist welatekî nû bû ku tê de nasnameya xwe ya birîndar derman dikir. Ruhê wî yê ku bi kûrahiya ramanê hatibû strandin, her tîp dikir qada lêgerîna hebûn û nebûnê. Wî fêrî me kir ku li dijî tariyê peyv dikare bibe dermanê birînên herî kûr û bibe qêrîna herî xurt.
Di sînga Ehmed Huseynî de her tim agirê Amûdê hebû. Amûdê ji bo wî hem navê bajarekî li ser nexşeyê bû; hem jî nasnameya wî ya birîndar, xewna wî ya şewitî û kaniya wî ya êşê bû. Ew şairê ku bi bîra zarokên di nav êgir de mayî mezin bibû, her cara ku pênûs hildida, ew zarok ji nav xweliyê radikirin û di nav helbestên xwe de ruh dida wan. Di qêrîna wî de bêhna wê xweliyê û tîna wî agirî hebû:
“Ez Amûda şewitî me!
Ez Amûda Bavê Mihemed im!”
Vî agirî helbesta wî nûjen kir; wî êşa xwe ne bi tenê bi rondikan, bi felsefeyeke kûr hûnand. Wî dizanibû ku “zarokên qederê” bi pênûsên xwe yên ji avê di nav dûmanê de şa dibûn û wî xwest ku ew dûman bibe ewrên baranê yên ser deryaya kurmanciyê. Dema ku wî bi wî dengê xwe yê taybet bang dikir, bajarên welat di sînga wî de li hev diciviyan:
“Vê sibehê,
Tu Qamişloka min î,
Tu Hewlêra min î,
Tu Mehabad û Ameda min î...”
Ji bo wî, welat ne tenê ax bû; ew hestên hevpar bûn ku di bin sîbera helbestê de dibûn yek. Wî bi “zengilên di destan de” û “kevokên li ser milan” dîrok dîsa ji devê tirsê derxist û kir malê hemû sibehan. Sê salên dawî yên jiyana wî, ne tenê têkoşîna li hemberî nexweşiyê bû, herikînek bû ber bi deryaya nemiriyê ve. Di helbesta xwe ya “Wek Mirinê Tu Bi Lêv Dibî!” de, mîna ku bi mirinê re li ser maseyekê rûniştibe, wisa bang dikir:
“Perên xwe yên ji avê bi ser peravên nalîna min ve vegire
û xewnên min ji ber bike ey mirin!
Min di terkên dijwar ên henasa xwe de veşêre
û çavên min di bargehên vehesîna kulan de ber bi taristanê ve rakişîne!”
Ew ji mirinê netirsiya; lewra “babelîska xwe di hêlana mirinê de hiştibû” û “bilûra xwe di goristana Amûdê de mezin kiribû”. Wî dizanibû ku mirin ne dawî ye; vegerandina peyvê ye ji bo xwediyê wê yê rasteqîn, ku ew jî ax e.
Gava ku Ehmed Huseynî ber bi bêdawiyê ve çû, wî ev pirs mîna êşeke şêrîn di bîra me de hişt:
“Lê jîndar wê çawa qehweyiya çavê miriyan ji bîr bikin?”
Rast e, bedena wî ji nav çû, lê dengê wî û ramanên wî yên ku mîna “sirûdên bêrîkirinê” di her kîtekîta kurmancî de deng vedidin, ti carê nayên jibîrkirin. Ew şêxê ku “bîna evîna xwe di hûçkên berbangê de parastibû”, îro di her dareke hinarê de, di her rûbarê şewatê de û di her rista ku ji bo azadiyê tê hûnandin de zindî ye. Bila serê her dildarê helbestê sax be; “Şêxê Helbestê” îro mîna balindeyekî spî li ser asoyên nemiriyê cihê xwe girtiye û her carê ku bayê Amûdê tê, em ê bibihîzin ku ew dibêje:
“Min li wir dîwarên şevistana kulîlkan hînî xewê dikirin
û min xwe ji himbêza çemê êşê bernedida.”


