Fabien Gay: Kobanê pîvanên me dide lêpirsînkirin

Senatorê Fransî yê Komunîst û midûrê rojnameya Humanite, Fabien Gay têkildarî Rojava meqale nivîsî. Fabien Gay bal kişand ser girîngiya piştevaniya ji bo kurdan û got: “Kobanê li me dinêre, pîvanên me dide lêpirsînkirin.”

1 deqe xwendin
Fabien Gay: Kobanê pîvanên me dide lêpirsînkirin

Fabien Gay di nivîsa xwe ya bi sernavê “11 sal li ser serketina Kobanê derbas bûn: Bi kurdan re piştevaniyeke çawa?” de diyar kir ku şoreşa Rojava nîşan daye ku “Rêyeke ji dîktatoriyê û olperestên tundrew dûr, pêkan e” û ev yek hêzên din nerehet dike.

Nivîsa Fabien Gay bi vî rengî ye: “Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞê bûye sembola berxwedana gel a girseyî. Îro kurdên Sûriyeyê car din di bin êrîş û dorpêçeke ji Helebê heta Kobanê de ne. Ev jin û mêrên ku li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û fermandarê wê Mazlûm Ebdî xwe rêxistin dikin, neçar dimînin ku li ciheke bêav, bêelektrîk û bêewlehî bijîn; ev rewş trajediyeke mirovî ya nû çêdike.

Li aliyekê bi êrîşên dubare yên artêşa Tirkiyeyê ya Recep Tayyîp Erdogan re di bin gefê de ne; Erdogan ji sînorên xwe wêdetir li dijî her cure hebûna siyasî ya kurdan şerekî topyekûn dimeşîne. Li aliyê din di nava lîstokên desthilatdariya rejîmeke Sûriyeyê ya piştî Beşar Esad de asê mane. Herî dawî jî ji aliyê DYA, Rûsya û hêzên Ewropayê ve tên fedakirin; ev hêzên mezin qedera gelan li gorî berjewendiyên xwe yên leşkerî û dîplomatîk diyar dikin.

Peymana agirbestê ya dawî ya ku ji aliyê serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed el-Şera ve hatî ragihandin û li hin herêmên bakurê Sûriyeyê weke derbasbûna îstiqrarek qismî hat pêşkêşkirin, entegrebûna saziyên sivîl û leşkerî yên kurdan a ji bo dewleta Sûriyeyê pêşbînî dike. Ev peyman dîplomasiya geometriyê ya guherîner, car din nîşan dide. Muzakere tê kirin, daxuyanî tên dayîn, carna memnûniyet tê vegotin. Piştre piştî çend rojan êriş destpê dikin.

Duh, li dijî DAIŞê weke hevalbendên ku dest jê nayê berdan, pesnê kurdan dihat dayîn. Îro jî di bazariyên navbera Enqere, Şam, Moskow û Washington de (êdî sererastkirinên herêmî yên di bin navê “kêmkirina tengasiyê” de tên meşandin jî) hatine veguherandina amûreke guhertinê; ev sererastkirin weke esas hevsengiyên hêz nîşan dide.

Li Kobanê sivîl di bin êrişên dronan, bombebaran û gefa tunebûnê de dijîn. Tevî vê yekê jî jin, mêr û zarok hîn jî li Rojhilata Navîn tecrûbeyeke siyasî ya ku mîna wê tune ye, ava dikin: demokrasiya herêmî, wekheviya jin-mêr, girseya dînî û etnîk. Tecrûbeya Rojava tevî kêmahiyên xwe jî xwedî pîvaneke azadkirinê ye û nîşan dide ku rêyeke ji dîktatoriyê û olperestên tundrew dûr, pêkan e.

Ev alternatîf, wan nerehet dike. Enqereyê nerehet dike; ji ber ku li Tirkiyeyê polîtîkayên zextê yên li dijî kurdan vale derdixe. Hêzên herêmî nerehet dike; ji ber ku derdikeve ji dervey mantiqên otorîter ên klasîk. Demokrasîparêzên mezin ên rojavayî jî nerehet dike; ji ber ku gotinên wan ên durû yên têkildarî mafên mirovan derdixe holê.

Ji Girtîgeha Îmraliyê Abdullah Ocalan weke aktorê navendî yê vê fikra siyasî û rêberê kurd, timî banga çareseriyeke demokratîk û aştiyane dike. Banga diyaloga navbera gelan dike, aştiyeke mayînde ya li ser esasê demokrasiya herêmî û jiyana hevpar diparêze. Bi rengekî sîstematîk ev bang tên çewisandin yan jî ji nedîtî ve tên.

Kurd daxwaza naskirina siyasî dikin, Ewropa bêdeng dimîne; li pişt hevkariya leşkerî û aborî ya bi Tirkiyeyê re û daxuyaniyan xwe diveşêre.

Rewşa heyî bi eşkere şermezarkirina êrîşên li ser kurdên Sûriyeyê, bi rengekî bi bandor parastina wan, naskirina nûnerên wan ên siyasî û bihîstina bangên aştiyê neçar dike.

Kobanê li me dinêre. Li gorî hesabên jeopolîtîk nirxên rast ên pîvanên me dide lêpirsînkirin. Bi bîr dixe ku aştî bi peymanên bêyî gel nabe; bi wan re, di nava edalet û piştevaniyê de wê aştî were avakirin.”