FEDA û DAKB: Koça dawî ya rûspiyê Dersimî Haydar Sever windahiyeke mezin e

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) daxuyanî dan û diyar kirin ku koça dawî ya rûspiyê Dersimî Haydar Sever windahiyeke mezin e.

1 deqe xwendin
FEDA û DAKB: Koça dawî ya rûspiyê Dersimî Haydar Sever windahiyeke mezin e

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Haydar Sever ne tenê rûspiyek bû, di heman demê de yek ji şahidên zindî yê dîroka nêz bû. Her wiha hate destnîşankirin ku Sever di herikîna jiyana xwe de bi nasnameya kurd sekneke bi rûmet nîşan da û tevkariyên girîng li bîra civakî kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Sever bi taybetî ji bo parastina zimanê dayikê gelekî hesas bû, xwedîderketina li ziman, wêje û çanda kurd ji bo xwe weke berpirsyariyê didît û ev nirx ji xwe re kiribû esas.

Hate ragihandin ku Haydar Sever girîngiyeke mezin dida rabirdûya gelê kurd, Dersimiyan û baweriya Rêya Heq û bi parvekirina danhevî û agahiyên xwe li nava civakê bi roleke girîng rabû.

FEDA û DAKBê di serî de malbata Sever sersaxî ji bawermendên Rêya Heq û hezkiriyên wî re xwestin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînin."