Foza Yûsif: Seferberiya giştî ragihînin

Endama Desteya Serokatiya PYDê Foza Yûsif bang li hêzên kurdistanî kir ku li hember xeteriya qirkirinê seferberiya giştî ragihînin.

1 deqe xwendin
Foza Yûsif: Seferberiya giştî ragihînin

Endama Desteya Serokatiya PYDê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bang li hêzên kurdistanî kir ku seferberiya giştî ragihandin û ji gelê Rojava xwest ku li hember îhtîmalên xeteriya qirkirinê amade bin.

Foza Yûsiv di parvekirina xwe ya li Xê de got: "Li gel ragihandina agirbestê ji hêla hikûmeta Şamê ve, lê ew pabendê nabe. Li Şedad û Eyn Îsayê pevçûn hene, ji lew re divê gelê me li hember tevahî îhtîmalan amade be. Em bang li hêzên kurdistanî dikin ku seferberiya giştî ragihînin, ji ber ku kurdên li Rojava rûbirûyî xeteriya qirkirinê ne."