FRA: Jinên penaber ên Ûkraynayî tundiyê dibînin
Ajansa Mafên Sereke ya Yekîtiya Ewropayê (FRA) diyar kir ku jinên ku ji ber şerê Ûkraynayê berê xwe dane welatên YEyê gelekî bi tundiya fîzîkî, zayendî û derûnî re rû bi rû dimînin.

Li gorî rapora FRAyê piştî dagirkeriya Rûsyayê ya çar salan beriya niha da destpêkirin nêzîkî 2,5 milyon jin û zarokên keç ji Ûkraynayê berê xwe dane ewlatên endamên YEyê û li wan weltan statuya parastinê standine.
Lê belê Dîrektorê ajansê Sirpa Rautio got: ‘’Tevî parastinên YEyêpêşkêş kirine jî gelek jin bi binpêkirinên mafan ên cidî re rû bi rû dimînin û beşeke ji wan xwe di ewlehiyê de nabînin.’’
Rautio bang li welatên endamên YEyê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Li hemberî tiştên ku tên serê jinan, ji bo ku jin ji nû ve jiyana xwe ava bikin, parastina wan, piştgirîdayîna wan û dabînkirina xwegihandina edaletê mecbûrî ye.’’
Ji her çar jinan yek tundiyê dibîne
Li gorî lêkolînê, ji sedî 25ê jinên penaber ên Ûkraynayî ji destpêka şerî heya niha herî kêm carekê bi tundiya fîzîkî yan jî ya zayendî re rû bi rû mane.
Daneyên FRAyê nîşan didin ku ev rêje li gorî nifûsa giştî ya jinan tê wateya xetereyeke mezintir.
Ji sedî 62yê jinên ku bi tundiyê re rû bi rû mane, ev yek li 27 welatên endamên YEyê dîtine û ji sedî 9ê wan jî di pêvajoya hatina ji bo welatên YEyê de dîtine.
Ji sedî 39ê jinan jîli Ûkraynayê bi tundiyê re rû bi rû mane; hate diyarkirin ku beşeke mezin a failên van bûyeran kesên ji hêzên Rûsyayê ne.
‘Ji sedî 51 hatine tacîzkirin’
Lı gorî raporê, ji sedî 51ê jinên Ûkraynayî ji destpêka şerî heya niha bi taciza zayendî re rû bi rû mane. Ji sedî 23’yê wan jî bi taciza online re rû bi rû mane. Hate destnîşankirin ev rêje li gorî nifûsa jinan a li seranserê YEyê zêdetir e.
Cihêkarî û xebata bê ewlehî
Li gorî raporê hate diyarkirin ku ji sedî 50’yê jinan dema ku bi Ûkraynî diaxivin bi êrîş yan jî bertekên neyînî re rû bi rû dimînin. Ev rewş bi taybetî jî li Çekya û Polonyayê rû dide.
Nêzîkî ji her çar jinan yekê anîn ziman ku ew bi teklîfên çûnehat, hêwirîn û karkirinê yên weke potansiyel ji îstîsmarê re vekirî ne, distînin. Beşeke mezin a jinên kar peyda kirine jî anîn ziman ku peymaneke wan a saetên kar diyar dike, tune ye.
Her wiha FRAyê diyar kir ku nêzîkî sêyeka jinan ji bo ku xwe ji trawmayên şerî rizgar bikin, nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiya derûnî û kemek ji wan tiştên ku hatine serê wan ji polîsan yan jî saziyên alîkariyê didin re anîne ziman.


