Gaziyên şer: Yan em ê bi azadî bijîn an jî em ê mirineke bi rûmet hilbijêrin

Gaziyên şer bi daxuyaniyekê ragihand ku çete dixwazin tevahî destkeftiyan têk bibin û bang kirin ku divê her kes li kêleka şervanên xwe cîh bigirin.

1 deqe xwendin
Gaziyên şer: Yan em ê bi azadî bijîn an jî em ê mirineke bi rûmet hilbijêrin

Gaziyên şer bi daxuyaniyekê bang li tevahî gelan kirin ku li hember êrîşên çeteyan di nav refên berxwedanê de cih bigirin.

Daxuyanî li ser navê gaziyên şer ji aliyê Mizgîn Serêkaniyê ve hat dayîn

Daxuyanî wiha ye:

“Weke gaziyên Rojavayê Kurdistanê di serî de şexsê fermandar Ziyad Heleb û Denîz de em tevahî şehîdên ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê canê xwe dane bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin.

Ji 6ê çileyê ve hêzên me yên HSDê bi berxwedaneke bêhempa bersiva êrîşên çeteyên Şamê û dewleta Tirk didin. Şervanên me di eniyên pêş de li hember êrîşan di nav berxwedanê de ne. Pêwîst e hemû gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê jin û xortên kurd beşdarî banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser îlan kiriye bibin û xwedî li destketiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê derkevin. Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava yek e. Dijmin dixwaze me parçe bike. Lê em ê bi berxwedana xwe bi sekna xwe ya li kêleka hêzên xwe yên eskerî, vê berxwedanê mezin bikin. Em ê serî li hember dijmin netewînin. Heya kêliya xwe ya dawiyê em ê şer bikin. Yan em ê bi azadî bijîn an jî em ê mirineke bi rûmet hilbijêrin.

Divê gelê me li her bajar û qadê li ser piyan be û li hember êrîşan li ber xwe bide. Divê serî ji dijmin re netewîne û dest ji destketiyên şoreşa Rojava bernede. Dijmin nabêje ev kurd, ereb, ermen e, êrîşî her kesî dike. Ji ber vê hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîst e li hember çeteyan li ber xwe bidin.

Em heya dawiyê li pişt şervanên xwe yên QSD’ê ne. Bijî berxwedana HSDê.”