Gel bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ herikîn qada newroza Amedê

Bi hezaran kes li ber deriye qada Newrozê kom bûne û diherikin qadê. Gel kom bi kom û bi slogana, ‘Bijî Serok Apo’ dikeve qada Newrozê. Herwiha qad bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

1 deqe xwendin
Gel bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ herikîn qada newroza Amedê

Bi hezaran kes ku li ber deriye qada Newrozê kom bûne û diherikin qadê. Welatiyên di seatên sibê de bi kinc û bergên neteweyî ketin ser rêya qada Newrozê bi seatan li ber deriyan rawesetiyan. Girseya li vir rawestiya li ber dahol û zirneyê govend girêdan û sloganên, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Newroz pîroz be’ avêtin. Piştî vebûna deriyan ketina girseyê ya qadê dest pê kir. Ligel destpêkirina ketina qadê jî girseyek mezin hêj li ber deriyan disekine û hejmar hindî diçe zêde dibe. Tê payîn ku dê zedeyi milyonek kes tevlî newroza Amedê bibin.

Qada Newrozê ku bi rengên kesk, sor û zer û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin, dê pêşwaziya ji milyonekê zêde mirovan bike. Li qadê bi dehan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Herwiha zêdeyî 400 rojnameger, sazî û dezgehên çapemeniyê dê Newrozê bişopînin. Ji welatên Ewropa, Rojhilata Navîn û gelek deverên din ên cîhanê gelek şande tev li Newrozê dibin.

Li qadê rengê cangoriyan diteyîse

Îsal li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim ku di 11ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan û şehîdên Newrozê li qadê hatin daliqandin. Her wiha postera Kemal Kurkut ku di sala 17an de ji hêla polîsan ve hate qetilkirin, hate daliqandin.

Bi dirûşim û tîlîliyan ketina qada Newrozê berdewam dike.