Gel bi girseyî çûn şîna şervanên YPGê

Bi sedan kes li hev kom bûn û bi girseyî çûn şîna şervanên YPGê Reman Soro û Şerzan Sason ên ku di êrişên HTŞ, DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabûn.

1 deqe xwendin
Gel bi girseyî çûn şîna şervanên YPGê

Malbatan, ji bo Reman Soro (Abdullah Dadak) ê ku di 20ê Çileyê de di êrişa li ser bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabû, li taxa Bayindirlikê ya navenda Êlihê şîn danîn. Bi pêşengiya MEBYA-DERê  girse kom bûn û çûn şînê. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş li wir axivî û diyar kir ku xeyala kesên jiyana xwe ji dest dane ew bû ku bi têkoşîna xwe pêşerojekê azad li pey xwe bihêlin û ev tişt got: “Em ê heqîqeta wan her wext bidin jiyîn. Ji ber vê yekê berpirsiyariyekê mezin dikeve ser milê me. Em soz didin wan, ev gel dê wan rojên azad ên ku wan hesreta wê dikşand, teqez bibîne.”

Girseyê piştre Şerzan Sason (Îsmet Atalay) ê ku di 18ê Çileyê de di êrişa li ser herêma Eyn Îsayê ya Rojava de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Qabilcewsê bi girseyî ziyaret kir. Li vir Dayika Aştiyê Nuran Seçkîn axivî û got: “Em ê heta dawiya temenê xwe li mîrasa ku zarokên me yên şehîd ji bo me hiştine, xwedî derkevin.”