Gel li Rihayê ji bo Rojava meşiya

Gelê kurd li Rihayê li dijî êrişên li ser Rojava meşeke girseyî li darxist.

1 deqe xwendin
Gel li Rihayê ji bo Rojava meşiya

Platforma Saziyên Demomratîk, tekildarî êrişên HTŞ, DAIŞ, SMO û çeteyên girêdayê dewleta tirk yên ser Rojava, li navçeya Girêsor a Rihayê meş li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên giredayî platformê tevli meşe bûn.

Girseya li parkeke navçeyê kom bûn û li wir heta ber deriyê avahiya DEM Partî ya navçeya Girêsor meşiya. Di çalakiyê de pankarta ‘Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyeyê’ hat vêkirin. Herwiha gelek kes di meşe de dovîzên li ser, ‘Yan kefenekî sor an jiyaneke azad’ û ‘Rojava rûmeta me ye’ dinîvîsand rakirin. Di daxuyaniyê de gelek caran ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Rojava Rojhilat e Kurdistan yek Welat e’, ‘Yek yek e gelê kurd yek’, ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedana Kobanê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan azadî’ hatin berzkirin.

Piştî meşê, li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de ewilî hevseroka Rihayê ya DEM Partî Ayşe Surucu axivî. Ayşe Surucu berxwedana Rojava silav kir û got ku heta dawiyê ew ê ji bo Rojava piştgiriyê bikin.

Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di meşê de destnîşan kir ku li dijî êrişan gelê kurd li her derê di nav çalakiyan de ye û wiha got: “Heta niha li Rojava hemû gel û bawerî li ser paradîgmaya azadiya jinan dijîn. Ya ku ne li gor mutabakata 10ê Adarê tevdigerin HTŞ û yên piştgiriyê didin wan in. Sînor nekare berxwedana me rawestînê. Li Başur û Bakur gel li ser piyan e. Em bang li dewletê dikin; cihê ku hûn lê disekinin şaş e. Cihek hûn bisekinin ne HTŞ ye, li rex serkêftina gelê kurd e. Gundên Kobanê hatinê dorpêçkirin. Dixwazin kurd têk biçin. Lê kurd têk neçûn û dê têk neçin. Em li dijî êrişan dibêjin Rojava ne tenê ye û bijî berxwedana Rojava. Polisên li vir pêşiya gelê kurd digirin, çima pêşiya HTŞê nagirin. Çima deriyê sînor venakin. Qey li bendê ne ku behtir zarok bimirin.”

‘Berê xwe bidin banga birêz Ocalan’

Çîgdem Kiliçgun Uçar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê taybet ê li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê dê çû: ‘Êrişî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Dixwazin bê îtîbar bikin. Lê nikarin. Pergala Rojava ji bo hemû Rojhilata Navîn çareseriyek bû. Ji bo wê jî em dibêjin parastina paradîgmaya birêz Ocalan weke deyne stuyê xwe dibînin. Kurd dev jî azadiya xwe, aştî û demokrasiyê û Rêbertiya xwe bernadin. Bila Tirkiye berê xwe bide banga 27ê Sibatê. Bila berê xwe bidin birêz Ocalan. We dev jî muzakereyê berdaye ne birêz Ocalan e dewlet bixwe ye. Berê xwe bidin çareseriya demokratîk. Piştî vê seatê dev jî vê yekê bernedin. Em ê aştî û azadiyê li Rojava mezin bikin. Yek yek yek e gelê kurd yek e.’

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû