Gel li Rojava ji bo misogeriya destûra bingehîn meşiya

Li bajarên Girkê Legê, Dêrik û Amûdê ji bo misogerkirina mafên gelê kurd di destûra bingehîn de, meşên girseyî hatin lidarxistin.

1 deqe xwendin
Gel li Rojava ji bo misogeriya destûra bingehîn meşiya

Li bajarên Girkê Legê, Dêrik û Amûdê yên rojavayê Kurdistanê bi daxwaza mîsogerkirina mafên kurdan di destûra Sûriyeyê de û piştgiriya hêzên parastina herêmê, meşên girseyî hatin lidarxistin.

Girkê Legê 

Şêniyên Girkê Legê û Rimêlanê, tevî endamên saziyên sivîl ji Qada Şehîd Xebat ber sûka navendî ve meşiyan. Di meşê de alên Kurdistanê, YPG û YPJê hatin higirtin û pankarta "Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin" hat hilgirtin. 

Meş li sûka navendî veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji ewil deqeyek rêz hat girtin. Piştre bi navê Înîsiyatîfa Gel Fatima Lekto axivî û got: "Ev meşa me peyama ‘Îradeya gelan ji hemû hewldanên çewistandinê bihêzitr e’ û ‘Jin pêşengên berxwedanê ne’ ji cîhanê re ye.” Fatima Lektoyê diyar kir ku divê mafên gelê kurd di destûrê de werin parastin û anî ziman ku yekitiya gel jêdera hêzê ye, bi yekitiyê kurd dikarin siberoja xwe ava bikin. Herwiha destnîşan kir ku divê dengê kurdan di destûr û lihevkirinên siyasî de were misogerkirin.

Fatima Lektoyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê bi hemû cureyan berxwedanê bidomînin.

Mitîng bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.

Dêrik   

Li Dêrikê jî bi hezaran kes ji qada Azadiyê heya kolana Kornîşê meşiyan. Di meşê de alên Kurdistanê, YPJ û YPGê hatin hilgirtin û pankarta "Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin" hat hilgirtin. 

Li kolana Kornîşê deqeyekê rêz hate girtin. Piştre endamê PYDê Mihemed Ebdurehîm axivî û diyar kir ku berxwdana Rojava û yekitiya gelê kurd komployên li ser gelêl kurd pûç kirin.

Mihemed Ebdurehîm anî ziman ku divê gelê kurd li Rojava, Başûr, Bakur û Ewropayê serhildanê bidomînin heta mafên kurdan di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin û destkeftiyên Rojava tên parastin.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.

Amûdê  

Li Amûdê jî bi heman armancê meşeke girseyî pêk hat. Meş ji qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de alên Kurdistanê, YPJ û YPJê û pankarta "Divê mafên me di destûrê de werin parastin" hatin hilgirtin. 

Meş, heta navenda bajar domiya. Li vir deqeyek rêz hat girtin û piştre hevseroka Meclisa Bajarokê Topiz Mira Zoro axivî û got dîrok xwe dubare dike, li dijî kurdan konsepta qirkirinê tê meşandin.

Mira Zoro destnîşan kir ku di serî de yên jinan, divê mafên rewa yên kurdan werin parastin. Mira Zoro, îşaret bi yekitî û berxwedana gel kir û got rêya bidestxistina mafan e.

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.