Gelê Cizîrê û Firatê li ser piyan e

Piştî êrîşên HTŞê û komên çeteyan ên li dijî bajarên Kurdan zêde bûn, gelê kantonên Cizîrê û Firatê, bi armanca bersivdana seferberiya giştî, daketin qadan û li hember êrişên li dijî herêmê, parastina hebûnê li kêlek HSD û YPJê dikin.

1 deqe xwendin
Gelê Cizîrê û Firatê li ser piyan e

Bi armanca bersivdana seferberiya giştî, bi hezaran gelê kantonên Cizîrê û Firatê li qadan e, piştgiriya hêzên xwe HSD, YPJê li dijî êrişên çeteyên hikuemta demkî li ser bajar û bajarokên herêmê dike. Gelê her du kantonan diyar kir ku ew îro ji bo parastina xak û hebûna xwe li dijî êrişên berdewam di "cenga rûmetê" de ye.