Gelê Kantona Cizîrê taxên xwe diparêzin
Li bajarên Kantona Cizîrê gel di rewşa seferberiyê de ye, gel bi hêzên Asayîşê re parastina taxan pêk tîne.

Gel, hêzên asayîşê, yekîneyên ewlehiyê û Hêzên Xweparastinê, ji bo peydakirina ewlehî û aramiyê, li kolanên sereke û kolanên navber devriyeyan davêjin.
Nobetdaran diyar kir ku armanca van devriyeyan parastina tax û gel e; şopandina tevgerên gumanbar an jî gefên muhtemel ên ku ji çeteyên HTŞ û hucreyên DAÎŞê têne.


