Gelê Kantona Cizîrê û hêzên Asayîşê taxên xwe diparêzin
Li bajarên Kantona Cizîrê, bi hemdemî hêzên leşkerî û ewlehîyê têne bicîhkirin û gel jî taxên xwe diparêzin.

Li bajarên Kantona Cizîrê gel di rewşa seferberiyê de ye, gel bi hêzên Asayîşê re parastina taxan pêk tîne.
Gel, hêzên asayîşê, yekîneyên ewlehiyê û Hêzên Xweparastinê, ji bo peydakirina ewlehî û aramiyê, li kolanên sereke û kolanên navber devriyeyan davêjin.
Nobetdaran diyar kir ku armanca van devriyeyan parastina tax û gel e; şopandina tevgerên gumanbar an jî gefên muhtemel ên ku ji çeteyên HTŞ û hucreyên DAIŞê têne.


