Gelê Kerkûkê berê xwe da Rojava
Bajarê Kerkûkê yê Herêma Federe ya Kurdistanê bersiva banga serferberiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û berê xwe da Rojava.

Piştgiriya ji bo banga seferberiyê ya li dijî êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe mezintir dibe. Piştevaniyeke xurt li Herêma Federe ya Kurdistanê jî tê dayin.
Xelkê bajarê Kerkûkê yê Herêma Federe ya Kurdistanê bi sedan wesayîtan berê xwe dan rojavayê Kurdistanê. Di konvoya ku ji sedan otobûsan pêk tê de dirûşmên berxwedanê olan didin.
Ji bo piştevaniya bi Rêveberiya Xweser re li gelek bajaran gelek kes ber bi Rojava ve bi rê ketin.

