Gelê Kobanê banga li civaka navneteweyî kir

Gelê Kobanê êrîş û komkujiyên ku çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê li dijî welatiyan kirine bi tundî şermezar kirin û gotin: “Civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe berpirsiyarê komkujiyan e.”

1 deqe xwendin
Gelê Kobanê banga li civaka navneteweyî kir

Çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê di salvegera rizgarkirina Kobanê de êrişî gundê Xirab Hişkê kir û komkujî pêk anî. Li hember vê komkujiyan gelê Kobanê li Qada Jina Azad daxuyaniyek da.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bekir Hec Îs daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê dewiha hate gotin: “ Di salvegera rizgarkirina Kobanê ji rengê reş û tarî de îro dîsa ew tarîtî xwe ber bi kobanê ve dibe. Li bajarê berxwedanê yê ku berevanî ji tevahî cîhanê re kiriye û teror têk bir. Bêtirî 15 hezar şehîd ji ber hemû mirovahiyê li Rojava hat dayîn. Îro jî di salvegera rizgarkirinê de berê hemû çekên xwe dan kobanê.

Dîroka 2014an ya ku DAIŞ êrişî Kobanê kir, niha jî di bin navê hikûmetê êriş pêk tên, yek hişmendî ye û tenê armaca wan qirkirina neteweya kurdan e. Lê îro jî êrişî gundê Xirab Hişkê kirin, 5 kes ji heman malbatê hatin şehîdxistin û 5 jî birîndar bûn. Em banga li civata navneteweyî dikin ku êdî demildest destwerdanê bikin. Em bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li ser pêyan bin, xwedî li hev, berxwedanê û şehîdan derkevin.