Gelê Kobanê li dijî dorpêçên çeteyan li ber xwe dide
Ji ber dorpêça çeteyên DAIŞ, HTŞê û dewleta tirk ên li ser Kobanê, pêwîstiyên jiyanî yên gel nikarin ben dabinkirin. Xurek, derman, sotemenî û xwarina zarokan li ber qedandiyê ye

Ji ber dorpêçkirina ji aliyê çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta tirk ve hatiye ferzkirin, şêniyên Kobanê di şert û mercên mirovî yên pir dijwar de ne. Pêdiviyên herî bingehîn ên jiyana rojane wekî av, elektrîk û înternetê nayên peydakirin.
Di heman demê de çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta tirk êrişî gundewarê Kobanê dikin. Şervanên YPJê û HSDê jî bersiva êrişan didan.
Ev êriş bi taybetî li devera Hemdaşê ya rojavayê bajêr û gundên Quba, Ceada, Hemdor, Xan Memdid, Çelabiyê û Sirînê pêk tên, ku rewşa mirovî hîn xirabtir dike.
Çalakvanan diyar kirin ku dorpêçkirin û êrişên berdewam jiyana bi hezaran sivîlan tehdît dikin. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kirin ku bi lez mudaxele bikin da ku êrişan rawestînin û piştgiriyê bidin gelê Kobanê.
Şêniyên Kobanê jî diyar dikin ku berxwedana wan berdewam dike û ew ê nehêlin ku çete bikevin bajêr. Komîte û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kobanê û komîn li gorî derfetên berdest erkên xwe yên peydakirina xizmetên bingehîn pêk tînin.


