Gelê Kobanê xwe diparêze

Şervanên HSDê û YPJê li bejahiya Sirînê ya Kantona Firatê bersiveke tund da komên çeteyan ên HTŞê û girêdayî Şamê. Di şer de gelek endamên çeteyên HTŞê û komên wê hatin kuştin.

1 deqe xwendin
Gelê Kobanê xwe diparêze

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li eniya bejahiya Sirînê ya Kantona Firatê şerekî giran qewimî ye. Navendê diyar kir ku bersiveke xurt ji êrişên çeteyên hikumeta veguhêz re hatiye dayin û gelek ji çeteyan hatine kuştin.

Gelê Kobanê ji bo parastinê çek hilgirtin

Şêniyên Kobanê, bi armanca parastina bajarê xwe, rahiştin çekan û gotin: “Kobanê di 2014an de bû goristana çeteyên DAIŞê wê careke din bibe goristana çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker.