Gelê Mexmûr û Silêmaniyê ji bo Rojava li qadê ne

Gelê Silêmaniyê û ciwanên Mexmûrê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ yên ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan li qadan çalakiyan li dar xistin.

1 deqe xwendin
Gelê Mexmûr û Silêmaniyê ji bo Rojava li qadê ne

Bi sedan welatiyên Silêmaniyê li navenda bajêr daketin qadan û bi meşekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava aşekere kirin. Di çalakiyê de daxwaz ji aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku xwedî helwest bin û û bal kişandin ser yekîtiya netewî.

Çalakgeran xwestin ku hemû beşên Kurdistanê yek deng li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin. 

Komek ciwanên navçeya Mexmûr serdana çalakiya piştgiriya ji bo Berxwedana Rojava li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî kir, piştevaniya xwe ya ji bo gelê Rojava anî ziman.

Ciwanan peyamek da û bang li hemû Kurdan kir ku bi yek dengî rabin ser xwe berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê.