Gelê Mexmûrê 1025 rojin ji bo Azadiya fizîkî nobetê digirin
Şêniyên Wargeha Mexmûrê 1025 rojin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Mexmûrê nobetê digirin.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hat destpêkirin. Çalakî di roja 1025an de bi koma 199an bi biryardariyek xurt didome. Merasîma dewir girtina çalakiya nobetê ku li navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê lidar ket, endam û rêveberên saziyên civakî û gelek şêniyên wargehê amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê koma 198emîn Hevşaredarê Mexmûrê Cuma Bilihî axivî. Cuma Bilihî bal kişand ser pêvajoya dawî ku bi banga ‘Aşîtî û Civaka Demokratîk’ ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û bang li hemû saziyên mafên mirovan kir da ku pêvajo bigjhêje serî, bi erkên xwe rabin. Cuma Bilihî destnîşan kir ku israrkirina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, israra azadî, wekhevî û jiyana hevpar e. Cuma Bilihî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku gelên Rojhilata Navîn bi hev re jiyan bikin, pêwîstî bi çareseriya pêvajoyê heye ku ew jî bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo ve pêkane. Ji bo wê jî pêwîste ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, çi ji destê kî/kê tê, bike.”
Cuma Bilîhî di dawiya axaftina xwe de bibîr xist ku weke gelê Wargeha Mexûrê ji sala 1998an ve li derdora Rêber Apo bûne xelek û diyar kir ku wê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî çalakiyên wan berdewam bikin û wê heya dawî jî wê di vê têkoşînê de israr bikin.


