Gelê Reqa, Tebqa û Dêrazorê gihîşt Bendava Tişrînê

Di 8ê çileyê de bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer ji gelek bajaran ber bi herêmê ve...

1 deqe xwendin
Gelê Reqa, Tebqa û Dêrazorê gihîşt Bendava Tişrînê

Di 8ê çileyê de bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.

Îro jî şêniyên kantona Reqa, Tebqa û Dêrazorê û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê berê da Bendava Tişrînê û di van kêliyan de gihîştin bendavê. Gelê berê li bendavê bi coşeke mezin girse pêşwaz kir.

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê ji 8ê çileya 2024an û vir ve, 6 roj e kom bi kom li Bendava Tişrînê xwe tev li parastinê dikin.