PYDê tifaqa hêzên siyasî ya Rojhilatê pîroz kir

Hevserokên PYDê têkildarî Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê peyamek dan û diyar kir ku ew hêvî dikin ku di demeke kurt de bi beşdariya partiyên siyasî yên ji hemû parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî ya Kurdistanê bê lidarxistin.

1 deqe xwendin
PYDê tifaqa hêzên siyasî ya Rojhilatê pîroz kir

Hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bi peyameke nivîskî ‘Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê’ pîroz kir. Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê, duh ji aliyê Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îran, Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Sazmanî Xebata Kurdistanê-Îran, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ve hatibû ragihandin.

Di peyama hevserokên PYDê de hate gotin: “Em Partiya Yekitiya Demokratîk piştgiriya xwe ya tam ji bo vê gavê diyar dikin û hêvîdar in ku ev hevpeyman bibe bingeha qonaxeke nû û berfirehtir a karê hevbeş. Her wiha, em wê wek gaveke pratîk dinirxînin, ber bi xurtkirina yekitî û helwesta yekgirtî ya kurdan ve; bi awayekî ku xizmeta berjewendî û mafên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bike û têkoşîna dehan salan a wan biparêze û bi pêş bixe.”

Di dawiya peyamê dehate gotin: “Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de hemû hêzên siyasî yên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî ya Kurdistanê ya berfireh li dar bixin û bingeha hevpeymaneke giştî û neteweyî ava bikin. Ji bo pêşîgirtina hemû pîlan û êrişên ku dixwazin careke din gelê me bixin nav qirkirinê û hemû destkeftiyên ku li seranserê Kurdistanê hatine bidestxistin, biparêzin û xurt bikin.

Em di van hewldanên we yên neteweyî de ji we re serketinê dixwazin û vê gavê wek destpêka serdemeke nû ya hevgirtin, yekitî û berpirsyariya dîrokî dinirxînin.”