Gelê Rojava li hember êrîşên çeteyan xwe diparêzin

Gelê Rojava li hember êrîşên çeteyan parastina bajar û taxên xwe dike.

1 deqe xwendin
Gelê Rojava li hember êrîşên çeteyan xwe diparêzin

Li hember êrişên çeteyên HTŞ û dewleta Tirkiyeyê ku li dijî herêmê û xeteriya derketina şaneyên veşartî yên DAIŞê, gelê Rojavayê Kurdistanê xwe bi awayekî kom bi kom bi rêxistin dikin, tax , kolan û herêmên xwe li her xeteriyekê diparêzin.

Bi şevê şênî li nava kolan û taxan digerin, nobedariyê dikin, ciwan jî li ser nuqteyên kontrolê ne.

Piştî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk seferberiya giştî îlan kir, gelê Rojava bersiv da, nuqteyên parastinê li hundir û derveyî bajaran çêkirin.