Gelê Şengalê: Bijî Berxwedana Rojava
Li Şengalê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Îro şeniyên komelgeha Sîba Şêx Xidir, li ber pêykerê Ş. Xeyrî kombûn, agir pêxistin û dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava qîriyan!

Xelkê Şengalê ji bo pîştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê her roj di nava çalakiyan deye. Îro şêniyên komelgeha Sîba Şêx Xidir zarok, jin, ciwan kal û pîr hemû bi hev re, li ber pêykerê Ş. Xeyrî kombûn û çalakiya pîştgiriya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê lidarxistin.
Çalakvana, li ber pêykerê Ş. Xeyrî agir pêxistin, wenêyên şehîdên Helebê ku dema êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Suriyeyê de şehîd bûbûn, pankart û dovîzên li ser pîştgirî û dilsoziya bi gelê Rojavayê Kurdistanê hatibûn nivisandin hatin hildan.
Kesên tevlî çalakiyê bûn dirûşma ‘Biji Berxwedana Rojava’ qîriyan. Çalakiya şeniyên komelgeha Siba Şêx Xidir du seat berdewam kir.


