Gelê Şengalê ji bo berxwedana Rojava li qadan e

Gelê Şengalê ji bo parastina li Rojava doh bi şev li qadan bûn. Li Tilizêr û sîba Şêx Xidir çalakî hatin lidarxistin.

1 deqe xwendin
Gelê Şengalê ji bo berxwedana Rojava li qadan e

Di şeva 20ê çileya 2026an de li navenda Tilizêr gelek kes li hev kom bûn, agir pêxistin û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Rojava re qîriyan. Piştre di nava bajêr de bi karwanê wesayîtan geriyan û heya komelgeha Sîba Şêx Xidir dewam kir.

Li komelgehê piştre li ber peykerê Ş. Xeyrî ku li navneda Sîba Şêx Xidire, agir hate pêxistin û heya derengiya şevê çalakiya ji bo piştgiriya Rojava dewam kir.