Gelê Silêmaniyê dê sibê berê xwe bidin Rojava

Ji bo tevlîbûna banga seferberiya parastina Rojava, gelê Silêmaniyê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê

1 deqe xwendin
Gelê Silêmaniyê dê sibê berê xwe bidin Rojava

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê ragihand ku şervan û gelê Rojava biryara berxwedanê dane, wek kurd ên li her çar beşên Kurdistanê divê yekdengî û yekrêziya xwe nîşan bidin û beşdarî seferberiya giştî bibin.

Hate ragihandin ku di çarçoveya beşdarbûna seferberiya giştî de, wê karwanê yekem yê gel sibe li ber Hola Tewar ya bajarê Silêmaniyê saet 07:00’an de kom bibe û berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê.