Gelek gund di bin avê de man

Gelek gundên girêdayî navçeyên Mêrdînê ji ber barana zêde di bin avê de man. Çem, newal û dolên gundan tijî av bûn û gund di nava avê de man.

1 deqe xwendin
Gelek gund di bin avê de man

Li gelek bajarên Kurdistanê çend rojin berf û baran zêde dibare. Bi taybetî li Mêrdîn, Amed, Êlih, Şirnex, Mûş, Agiriyê baran zêde ye. Ji ber barana zêde li Mûş, Qoser û Agirê pîrozbahiya Newrozê taloq kirin. Li aliyê din ji ber barana zêde li gundê Hêşeriyê yê Qosera Mêrdîn lehî rabû. Ji ber barana ku ji şevê din ve dibare, lehî rabû. Lehiya ku rabû li gund suyar bû û gund di bin avê de ma. 

Li Xerabkurd û Emrûd jî lehî rabû  

Li gundên Xerabkurka û Emrûdê yên navçeya Qoserê, ava çem û newalan rabû û ji ber lehiyê gund di bin avê de man. Çirava Emrûdê jî piştî barîna barana zêde di nav herî û axê de ma. Li li Geliyê Zerganê yê navçeya Qoserê jî lehî rabû. Bi rabûna ava gelî re li hin cihan av ber bi taxan ve herikî. Li navçeya Stewrê û navçeya Artukluyê jî lehî rabû. Li navçeyên Stewrê û Artûklûyê ji ber barana zêde ava çeman rabû û bû sedem ku zeviyên çandiniyê di bin avê de bimînin. Li navçeya Rişmilê jî ji ber barana zêde Geliyê Riclê ku 12 sal in av lê nediherikî, tije av bû. Bi lehiya rûdayî re zeviyên çandiniyê û gund di bin avê de man.