Gera li dora meselê
Di plana AKPê de, li şûna pîvanên hemwelatibûna azad û demokratîkkirina sîstemê, xalên mîna kontrola edlî, sirgûnkirina rêveberên rêxistinê bo welatên sêyemîn û cezakirina siyasî derdikevin pêş. Ev nêzîkatî, li şûna çareseriyê, polîtîkayên eskerî yên salên 90î di qalibekî nû de zindî dike.

Li Tirkiyeyê nîqaşên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxeke nû û krîtîk dibin.
Rojnameya Turkiye ku wekî weşaneke nêzî hikûmetê tê naskirin, naveroka reşnivîseke qanûnî ya AKPê ya ji 9 xalan pêk tê aşkere kir. Rojname agahî ji burokrasiya desthilatê û eskerî wergirtine.
Li gor vê, hikûmet plan dike ku beriya 15ê tîrmehê, yanî beriya ku meclis bikeve betlaneya havînê, vê reşnivîsa çerçove bîne rojevê û qanûnî bike. Lê naveroka vê reşnivîsê, pîvanên wekî qedexeya siyasetê ya 5 salan ji bo kesên vedigerin, şertê salekê yê radestkirina çekan û astengkirina hatina 200 rêvebirên pêşeng ên PKKê dihewîne. Ev yek jî fikarên mezin li ser armanca rastîn a hikûmetê çêdike.
Ev gava dawî ya AKPê, ji aliyê derdorên siyasî yên kurd û analîstên polîtîk ve bi tundî tê rexnekirin. Tê destnîşankirin ku AKP li şûna nêzîkatiyeke radîkal û çareseriyeke mayînde, careke din xwe nade ber gavên stratejîk û qanûnî.
Ji bo ku pêvajoya aştiyê bi tendurist, ewle û bi rûmet bimeşe, avêtina du gavên esasî û bingehîn hewce dike ku di vê reşnivîsa nû de ti şopên wan nîn in: Ya yekemîn: Naskirina statuya Rêber Apo ya weke sermuzakerevanê fermî yê aliyê kurd e da ku pêvajo xwedî mixatabekî hiqûqî be. Ya duyemîn: Çêkirina qanûneke musteqîl, taybet û demkî ku rasterast ji bo PKKê û paşeroja endamên wê hatibe dîzaynkirin.
Heta ku ev her du şertên bingehîn û avaker neyên bicîhanîn, gavên wekî ‘çerçoveya qanûna 9 xalî’ ji hewldanên taktîkî û polîtîkaya demqezenckirinê wêdetir ti wateyê îfade nakin.
Nûçeya ku di çapemeniya desthilatê de derketiye, bi zelalî nîşan dide ku AKP ji bo ‘entegrasyona demokratîk’ ne samîmî ye. Wekî her carê nêzî esasa pirsê nabe. Wekî tê zanîn, Rêber Apo entegrasyona demokratîk a civakê bi sê gavan formule kiribû: Qanûnên Azadiyê, Hemwelatibûna Azad û Berfirehkirina rayeya rêveberiyên xwecihî û şaredariyan.
Lê belê di plana AKPê de, li şûna pîvanên hemwelatibûna azad û demokratîkkirina sîstemê, xalên mîna kontrola edlî, sirgûnkirina rêveberên rêxistinê bo welatên sêyemîn û cezakirina siyasî derdikevin pêş. Ev nêzîkatî, li şûna çareseriyê, polîtîkayên eskerî yên salên 90î di qalibekî nû de zindî dike.
Reşnivîsa ku wekî ‘Mîlada 15ê tîrmehê’ tê pêşkêşkirin, ji dêvla ku bikeve sûreta meselê weke nexşeya rê ya 18ê gulanê ya Devlet Bahçelî ‘teslîmiyetê’ ferz dike. Heta ku gavên stratejîk neyên avêtin entergasyona demokratîk jî pêk nayê û ti qanûn nikarin vê pirsa dîrokî çareser bikin.
Mijareke din a jiyanî jî bi fizîkî azadiya Rêber Apo ye. Lê em azadiya fizîkî deynin aliyekî desthilata AKPê di warê ‘mafê hêviyê’ de jî ti gav neavêtine. Dêhna xwe bidinê li Kurdistan û Tirkiyeyê nîqaşên li ser ‘Mafê Hêviyê’ ku wekî pîvana rûmeta mirovahiyê tê qebûlkirin, di bin sîbera polîtîkayên tolhildanê yên dewletê de didomin. Tevî ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên li ser mafê hêviyê bi salan e aşkere ne jî, Enqere bi zanebûn vî mafî bin pê dike û mekanîzmayên kontrolê asteng dike. Ev helwest ne tenê pirsgirêkeke hiqûqî ye, di heman demê de nîşaneya krîza kûr a pergala darazê ye jî.
Nîqaşên li ser mafê hêviyê li Tirkiyeyê bi taybetî piştî cezayê girtîgeha heta-hetayê yê girankirî ku li ser Rêber Apo hatibû birîn, ket rojevê. Dadgeha Ewropayê sala 2014an di biryara dosya Rêber Apo de aşkere kiribû ku sîstema înfazê ya bêyî mafê hêviyê, xala 3yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê binpê dike.
Ev rejîma înfazê ya ku li girtîgehên wekî Îmraliyê bi tecrîdeke mutlak re tê meşandin, ji aliyê hiqûqnasên navneteweyî ve wekî ‘îşkenceya domdar’ tê binavkirin. Tevî ku diviya qanûn li gorî vî mafî were serarastkirin jî ev bi salan e tu guhertin nehatine kirin. Hikûmeta AKPê herî dawî di hezîrana 2025an de planek pêşkêşî Konseya Ewropayê kir. Lê ji ber ku tu guhertinên bingehîn tê de jî tune bûn, ev plan nehat pejirandin.
Konseyê ji bo guhertina qanûnan heta meha hezîrana îsal dem dabû Tirkiyeyê. Niha çav li civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Hiqûqnas û parêzvanên mafê mirovan destnîşan dikin ku nebûna mafê hêviyê li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Komîta Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) û gelek saziyên din di raporên xwe de diyar dikin ku sîstema înfazê ya Tirkiyeyê li ser tunekirina girtiyên siyasî hatiye çêkirin. Heta ku Enqere pênasîna mafê hêviyê qebûl neke û tecrîda li ser girtiyan raneke, wê rûreşiya hiqûqî ya li qada navneteweyî dewam bike.


