Têkiliya ziman, wate û rastiyê
Carinan, mirov tiştekî nerast nabêje; belê wê rastiyê hergav di cihê wê de venabêje an bi kar nayîne. Ji ber vê yekê, rastî tenê ne di tiştên ku têne gotin de, carnan di hûrgiliyên ku nayên gotin de ne.

Ziman tenê ne amrazek teknîkî ye ku mirov pê biaxive; ew di heman demê de qada çandê ye ku ramanê di xwe de dihewîne da ku awayê hişmendiya mirov tê de xuya bibe. Ji ber vê yekê, têkiliya di navbera ziman, wate û rastiyê de tenê ne mijara zimannasî an felsefeyê ye, herwiha yek ji mijarên herî bingehîn ên hebûna mirov e.
Bi sedsalan e ku tê nîqaşkirin ka ramana mirov a bêziman heta çi radeyê dikare hebûna xwe biparêze.. Belê tiştê aşkera ew e ku mirov bi piranî ramana xwe bi riya zimên ava dike û pêş dixe. Hişê mirov pirî caran rastiyê bi riya têgihan dibîne. Têgih, di encamê de berhema ziman e. Têgihîştina zarokan a cîhanê jî bi têkiliya wan peyvan re dest pê dike. Gava ku zarok peyvên wekî "dayik", "av", "ronahî" û "êş"ê dibihîse tenê fêrî axaftinê nabe; di heman demê de fêrî ferqkirina cîhanê jî dibe. Ji ber ku ziman tenê navên tiştan nade; herwiha wan di nav hişmendiyê de dabeş dike û wateyekê dide wan.
Ji ber vê yekê, têkiliyek pir xurt di navbera ziman û ramanê de heye. Mirov pirî caran ne wekî ku difikirin diaxivin; ew bi qasî ku dikarin biaxivin difikirin. Lewre mirov bi ferhengeke sînordar dibe xwediyê qadeke sînordar a ramanê jî. Ji ber ku mirov nikare hesteke ku nikare nav lê bike û bi tevahî fam bike; bi heman awayî nikare ramana ku fam bike jî pêş bixe. Ev jî nîşanî me dide ku ziman tenê ne fonksiyoneke/kêrhatiyeke ragihandinê ye; di heman demê de fonksiyoneke epistemolojîk e. Bi vegotineke din, ziman tenê ne amûreke veguhestina agahdariyê ye; ew avahiyeke bingehîn e ku zanînê jî pêk tîne.
Têkiliya navbera ziman û wateyê ya di vê xalê de derdikeve holê ku wate tenê ne pênaseya ferhengî ya peyvekê ye. Wateya peyvekê li gorî kontekst, çand, serdema dîrokî, niyeta axaftvan û têgihîştina guhdar diguhere. Wekî mînak, têgiha "azadî" di axaftina siyasetmedarekî de, di helbestên helbestvanekî de û di jiyana kesekî/e ku di bin zilmê de dijî de wateyek cûda heye. Ji ber vê yekê, wate tenê ne di nav peyvan de, di jiyan, ezmûn û tekiliyên mirovan ên civakî de jî tê dîtin.
Di vê çarçoveyê de, mirov dikare wateya gotinê wekî avahiyeke dînamîk binirxîne. Lewre ziman mîna uzwiyeteke/organîzmayeke zindî ye. Her ku civak diguhere, wateya peyvên ku bi kar tîne jî diguhere. Hin peyvên ku di demên berê de wateyên erênî hildigirtine, dibe ku bi demê re li peyvên neyînî degerin. Her wiha .dibe ku hin têgih di seranserê dîrokê de tebeqeyên nû yên wateyê pêk bînin. Ev rewş di heman demê de girêdana xurt a di navbera ziman û çandê de nîşan dide. Ziman tenê ne amûreke ragihandina takekesî ye; ew di heman demê de hilgirê bîra kolektîf/hevbeş e. Dîrok, xemgînî, kêfxweşî, bawerî û hemû awayên fikirîna civakekê bi giranî xwe di zimanê wê de didin der.
Ev têkiliya lebatî/wesleyî (organik) e ku di navbera ziman û wateyê de rasterast bandorê li têgiha rastiyê dike. Ji ber ku mirov pirî caran rastiyê rasterast, bi riya ziman dernabîrin, rastî tenê ne meseleya rastiya camidî ye; di heman demê de bi awayê derbirîna rastiyê ve girêdayî ye. Bi gelemperî, rastî wekî ahenga di navbera raman û rastiyê de tê pênasekirin. Belê, ji ber ku mirov rastiyê bi riya ziman vedibêjin, rastî jî dibe berpirsiyariyeke zimannasiyê. Cûdahiya di navbera vegotinek rastîn a bûyerekê û xirabkirina wê de pirî caran di peyvên ku têne bikaranîn de xuya dibe. Heman rastî bi tevahiya peyvên cüda, têgihîştinke bi tevahî cûda diafirîne. Wekînimûne, şerek ji hêla aliyekî ve wekî "têkoşîna azadiyê", bele ji hêla aliyekî din ve wekî “dagirkirin”é were binavkirin." Li vir, her çendî ku rastiya fîzîkî yek be jî, zimanê ku tê bikaranîn wate û têgihîştina rastiyê diguherîne. Ev jjî nîşan dide ku ziman tenê ne amûreke bitebat/pasîf a veguhastinê ye; ew hêzek bilebat/çalak e ku rastiyê şîrove dike û dişêwîne.
Ev aliyê ziman, bi taybetî di serdema nûjen de, hê bêtir aşkera bûye. Îro medya, siyaset, weşan û amûrên ragihandinê yên dîjîtal bandora ziman li ser rastiya civakî pir zêde kirine. Mirov êdî tenê ne bi bûyeran re rû bi rû dimîninin; di heman demê de bi pêşkêşkirina wan bûyeran a zimanî re jî rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê, di serdema îro de, awayê ku agahî tên derbirîn bi qasî agahiyan bi xwe jî girîng bûye. Lewre zimanekî manîpuleker dikare rastiyê veşêre, bervajî bike an biguherîne. Di serdema medyaya civakî de, ev rewş gihîştiye aliyekî pir têkel û tevlîhev. Ragihandina dîjîtal ziman lezgîntir kiriye; belê, pirî caran jî kûrahiya wê kêm kiriye. Mirov êdî ramana xwe bi dahûranên dirêj an hevokên kurt, dirûşm/slogan rûberî hevdû nakin. Ji ber ku sedema kêmbûna wateyê, têgihîştina rastiyê jî qels dike. Lewre axaftina lezgîn pirî caran dijminê ramanê ye. Peyvên ku bêyî ramanê têne hilberandin, li şûna ku nêzîkî rastiyê bibin, tene deng derdixin. Li gor vê ferasetê, rastiya ramanê ne girîng e; ya girîng leza belavbûna wê ye. Bi vî awayî, hevsengiya navbera rastî û dîtinê têk diçe. Belê, taybetmendiya bingehîn a rastiyê ne populerbûna wê ye, rastiya wê bi xwe ye.
Di seranserê dîrokê de, gelek ramanên rast di destpêkê de, di kêmaniyê de mane; berevajî vê, gelek ramanên xelet ji hêla girseyên mezin ve hatine pejirandin. Rastiya mirovan a ku bi gelemperî ji tiştekî bawer dikin, rastiyê teqez nake. Lewre têkiliya navbera ziman û rastiyê berpirsiyariyeke exlaqî ye. Mirov tenê ji bo veguhestina agahiyan, ziman bi kar nayînin; ew her wiha wê ji bo bandorkirin, manîpulekirin û carinan jî veşartinê bi kar tînin. Ji ber vê yekê, ziman dibe pirsgirêkek exlaqî. Derew tenê ne dayîna agahiyên nerast e; bi zanebûn tahrîfkirin, pêlîstin û binpêkirina rastiyê ye. Carinan, mirov tiştekî nerast nabêje; belê wê rastiyê hergav di cihê wê de venabêje an bi kar nayîne. Ji ber vê yekê, rastî tenê ne di tiştên ku têne gotin de, di hûrgiliyên ku nayên gotin de jî didebirin.
Gelek ramanwerên navdar bal kişandine ser aliyê exlaqî yê zimên. Lewre zimanê mirov neynika karakterê mirov e. Zimanekî ku bi berdewamî rastiyê tahrîf bike, dê ramanê jî tahrîf bike. Bi rastî mirov pêşî peyvan paşê jî rastiyê tahrîf dikin. Bi vî awayî, ziman êdî ne mala rastiyê ye û dibe amûrek manîpulekirinê. Ev jî bêtir di teknîkên propagandaya nûjen de tê bikaranîn. Li şûna ku rasterast rastiyê biguherînin, ew zimanê ku wê îfade dike diguherînin.
Li gor perspektîfên zanistî ziman xwediyê girîngiyeke pir mezin e. Ji bo wê, divê zanist zimanekî pir zelal û hevgirtî bi kar bîne. Ji ber ku ne gengaz e ku bi têgihên nezelal zanîna diyarkirî were hilberandin. Zelaliya têgihan û pênaseya rastiyê ji bo rêbaza zanistî rêgezeke bingehîn e. Ger têgihek ne zelal be, zanîna ku li ser wê tê avakirin avakirin jî ne ewlemend e. Ji ber vê yekê, zimanê zanistê hewl dide ku bi qasî ku pêkan be camidî/objektîf, pîvanbar û verastkirî be.


