Tom Barrack û stratejiya tasfiyekirina kurdan

Tom Barrack û polîtîkaya Trump a "Pêşî Amerîka", lîstikeke faşîst û kapîtalîst e ku dixwaze kurdan bike qurbaniya xetên bazirganiyê. Lê bersiva li dijî vî bazirganê xwînê, ne giliyên dîplomatîk û ne jî paşvekişîn e.

1 deqe xwendin
Tom Barrack û stratejiya tasfiyekirina kurdan

Siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn, tu carî weke îro rûyê xwe yê hov, pragmatîk û fînansê bi eşkereyî nîşan nedaye. Tayînkirina karsaz û dîplomatê bazirgan Tom Barrack weke Nûnerê Taybet ê Donald Trump ji bo Sûriye û Iraqê ku weke Balyozê Enqereyê jî kar dike, ne tenê guhertineke burokratîk e; ev rûpeleke nû ya qirkirina siyasî û feda-kirina destkeftiyên gelê kurd e li ser maseya bazirganiya gerdûnî.

Ev biryara Trump, piştî daxuyaniya qels a Wezîrê Karê Derve Marco Rubio ya derbarê bidawîbûna erka Barrack de hat û bi dirêjkirina wezîfeya wî re peyameke zelal da: Washington herêmê radestî mêrên drav, faşîzma Enqereyê û dîktatoriyên navendî dike.

Tom Barrack ji dema ku di gulana 2025an de gav avêt nav qada Sûriyê, weke parêzvanê herî radîqal ê berjewendiyên dewleta faşîst a tirk û çeteyên herêmî tevgeriya. Ew qasidê aştiyê nîne; ew mîmarê pergaleke wiha ye ku tê de xwîna kurdan û pêkhateyên herêmê dibe sotemeniya lîstikên aborî.

Barrack bi zanebûn çavên xwe li qatliamên komên radîqal ên mîna HTŞê girt. Ji bo ku çeteyên bermahiyên El-Qaîde û DAIŞê bîne ser desthilatdariya Şamê, hewldaneke bêsînor da. Polîtîkaya wî ya li hemberî qirkirina gelên Durzî û Elewiyan û piştgiriya wî ya rasterast ji bo Ahmed El Şeraa, nîşaneya herî mezin a siyaseta wî ya dij-mirovahî ye.

Di hevdîtinên sêalî de, Barrack bi her awayî alîgiriya rejîma demkî ya Şamê kir. Armanca wî ya sereke, parastina berjewendiyên dewletên Rojavayî û astengkirina naskirina fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Bi hatina vî zilamî re, Rojava rastî şikestineke mezin a dîplomatîk û erdî hat. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di bin zextên giran ên Washington-Enqere-Şamê de hatin neçarkirin ku di nav artêşa navendî de bibe xelekeke qels. Ev ne hevkariyeke siyasî, tasfiyekirina îradeya şoreşgerî ya gelê Kurd bixwe bû.

Nêzîkatiya Tom Barrack a li ser Rojhilata Navîn, neynika hişmendiya kolonyalîst û Oryantalîst e. Ew gelên herêmê ne weke netewe an xwedî mafên rewa, lê weke "koleksiyoneke eşîr û qebîleyan" dibîne ku têkiliya wan a birêvebirina dewletekê nîne. Di daxuyaniyeke xwe ya rûreş de wî eşkere kiribû ku: "Li Rojhilata Navîn modelên demokratîk wê zêde bi ser nekevin," û pesnê rêveberiyên dîktatorî dida. 

Ev nêzîkatî, rasterast bingeha teorîk a projeya wî ya aborî ya bi navê "Projeya Çar Deryayan" (Four Seas Project) ava dike.

Barrack dixwaze di navbera Deryaya Qezvîn, Deryaya Navîn, Okyanûsa Hindî û Deryaya Sor de xeteke bazirganî û enerjiyê ya mezin ava bike da ku bandora Îranê û Tengava Hurmizê kêm bike. Di vê lîstika mezin de, parastina xeta bejayî ya Irak-Sûriye-Tirkiye mercê sereke ye.

Ji bo serkeftina vê projeyê, divê Tirkiye weke "birayê mezin" û cerdevanê sereke yê Amerîkayê li herêmê bê pêşxistin. Di nexşeyeke wiha ya kapîtalîst û faşîst de, Kurd û herêmên wan tenê weke herêmeke tampon an jî malê bazirganiyê têne hesibandin ku dema feda kirina wan hat, bê dudilî werin firotin.

Niha ku Tom Barrack weke Nûnerê Taybet ê Iraqê jî hatiye tayînkirin, metirsiyeke dîrokî û kujer li ser destkeftiyên gelê kurd ên li Başûrê Kurdistanê ye. Kesê ku destkeftiyên Rojava feda kirin, niha bi heman niyetê hatiye Hewlêr û Bexdayê.

Statuya destûriyê ya Herêma Kurdistanê, di bin sîwana plana Barrack de bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Ew dixwaze çavkaniyên neft û gazê yên Kurdistanê bixe bin xizmeta xeta bazirganî ya Enqere û Bexdayê û îradeya siyasî ya Kurdan bi tevahî teslîmî navendê bike. Di bin navê îstîqrarê de, amadekariya peymanên qirêj tê kirin ku tê de Başûr bibe tenê bazareke bêdeng û bêstatu.

Erkdarkirina Tom Barrack li Iraqê, rasterast herêmên stratejîk û hesas ên mîna Şengal û Mexmûrê jî dixe nav xeleka herî metirsîdar a tasfiyeyê. Di bin vîzyona Barrack a"avakirina nizm û îstîqrara dewletên navendî de, herêmên xweser an jî qadên berxwedanê yên ku li dervayî kontrola dewletên navendî ne, weke hêmanên bêîstîqrariyê têne pênasekirin. Ji bo rênîşandana "Projeya Çar Deryayan" û razîkirina dewleta Tirk a faşîst ku Barrack weke Balyozê Enqereyê pê re hevkariyê dike, rîskeke pir mezin heye ku Şengal û Mexmûr li ser maseya peymanan weke qurbanî werin pêşkêşkirin. Plana wî, bêçekkirina hêzên xweser ên Şengalê (YBŞ/YJŞ) û belavkirina kampa penaberan a Mexmûrê ye da ku xeta ticarî û ewlehiyê ya Tirkiye-Iraqê bêyî tu astengî bixebite. Ev senaryo tê wateya vekirina deriyên êrişên nû yên Enqereyê bi erêkirina sîstematîk a Washingtonê.

Li hemberî vê xetereya qirkirinê, tu hêvî û bawerî bi biryarên Bexda an jî parastina navneteweyî ya Amerîkayê namîne. Rêya tenê ya rûbirûbûnê, avakirina eniyeke berxwedanê ya radîqal û xweser e. Xelkê Şengal û Mexmûrê divê sîstema xwe ya parastina cewherî hîn zêdetir bihêz bikin. Li himberî xeteriya komkujiyên nû divê bi tu awayî radestkirina çekan qebûl nekin.

Li dijî vê pergala hov a ku Tom Barrack û Rêveberiya Trump li ser Kurdan ferz dikin, tu wateya parastina pasîf an jî hêviya ji dîplomasiya klasîk nemaye. Amerîka îspat kiriye ku dostê tu gelekî bindest nîne; ew tenê dostê berjewendiyê xwe ye ku li herêmê bi destê dîktatoran tê parastin. Ji bo şikandina vê xeleka qirkirinê, divê Kurd gavên radîkal û şoreşgerî biavêjin.

Parvekirina desthilatê û nakokiyên di navbera PDK û YNK'ê de, xeleka herî mezin a lewaziya Başûrê Kurdistanê ye. Ev yek derfetê dide Tom Barrack û Enqere ku li himberî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê têkevin hereketê. Divê were zanînku Kurd nikarin bi hişmendiyeke parçekirî li dijî vê xetereyê bisekinin. Heya niha ne avakirina hikumeta herêma Kurdistanê jî xeteriya heyî xurttir dike. Lewma girîng ku li himberî van xeteriyên li ser destkeftiyên gelê Kurd di demek nêz de partiyên herêmê aciziyên xwe yên navxweyî bidin aliyekî û yekîtya xwe xurti bikin. ü

Kurdistan herêmeke dewlemend a av, gaz û neftê ye. Divê ev çavkanî êdî ne ji bo dewlemendkirina şîrketên biyanî, lê weke çeka herî radîqal a lobî û zextê li dijî Bexda, Enqere û Washingtonê werin bikaranîn.

Tom Barrack û polîtîkaya Trump a "Pêşî Amerîka", lîstikeke faşîst û kapîtalîst e ku dixwaze Kurdan bike qurbaniya xetên bazirganiyê. Lê bersiva li dijî vî bazirganê xwînê, ne giliyên dîplomatîk û ne jî paşvekişîn e. Bersiv; yekîtiya neteweyî ya radîqal, bihêzkirina eniya berxwedanê ya leşkerî û aborî, û nîşandana îradeya azad e. Gelê Kurd divê nîşan bide ku ew ne herêmeke tampon in, lê lîstikvanê sereke û herî radîqal ê vê herêmê ne!