Gerilayên HPG û YJA Starê li Qendîlê agirê Newrozê vêxistin

Gerîlayên HPG û YPJ Starê li bilindahiyên çiyayên Qendîlê agirê Newroza 2026an bi coş û peroşek mezin dadan.

1 deqe xwendin
Gerilayên HPG û YJA Starê li Qendîlê agirê Newrozê vêxistin

Pîrozbahiyên Newrozê li çar aliyên Kurdistanê berdewam dike. Deverek bi Newrozên xwe herê zêde balê dikişîne jî çiyayên Qendîlê ne. Şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzen YJA Starê li Qendîlê agirê Newroza 2026an pêxistin. Gerîla li dora agirê Newrozê li hev civiyan û Newroz bi coş û kelecaneke mezinpêşwazî kirin. Li qada ku agir lê hate dadan gerîlayan govend gerandin û biryardariya têkoşîna azadiyê bi agirê Newrozê careke din nîşan dan.