Girseya Norşînê astengiya polîşan şikand û meşiyan
Li navçeya Norşînê ya Bedlisê girse daket qadan û êrîşên li ser Rojava şermezar kir. Polîsan her çend 8 kes binçav kirin jî girseyê meşa xwe berdewam kir.

Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê, girse derket qadê û êrîşên li ser Rojava şermezar kir. Girseyê li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku girêdayî Tirkiyeyê daketin qadê û çalakî lidarxistin rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrişê de 8 kes hatin binçavkirin. Girse li pê Rêxistina Navçeya Norşînê ya DEM Partiyê civiyan, xwestin ber bi Parka Roboskiyê ve bimeşin. Polîsan, li ber avahiya navçeyê, êrişî girseyê kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Bedlîsê û endamên meclisa bajêr jî di nav de, 8 kes bi hatin binçavkirin.
Tevî astengiyan jî, girseyê dorpêçê şikand û ber bi parka ku daxuyanî lê bihata dayin ve meşiya. Girse dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" meşiya. Piştî meşê, Hevserokê DEM Partiyê yê Norşînê Yusuf Bîngol got: “Em bi tu awayî êrişên li dijî Rojavayê qebûl nakin."
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.


