Girtekên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin weşandin
Meclisê, girtekên hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi sê parlamenteran re pêk anîbû hatin weşandin.

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yaman û Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz, di 24ê mijdara 2025an de, li ser navê Komîsyona Meclisê, serdana Girava Îmraliyê kiribûn û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.
Kurteya girtekan, di 4ê kanûna 2025an de di Komîsyona Meclisê de hatibû xwendin.
Meclisê piştî hevdîtinê bi du mehan, bi sernavê Girteka Hevdîtina Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di malpera xwe de weşand.


