Gula di navbera Dîjle û Ferêt de; Nisêbîn-2

Tê gotin peyva ziyaret, ji zîguratê tê. Di xeleka derbasbûyî de me qala ziyareta Mîrê Cinan, Mîr Osman kiribû .Ev ziyaret li ser girê dîrokî Girnewasê ye.

1 deqe xwendin
Gula di navbera Dîjle û Ferêt de; Nisêbîn-2

Tê gotin peyva ziyaret, ji zîguratê tê. Di xeleka derbasbûyî de me qala ziyareta Mîrê Cinan, Mîr Osman kiribû .Ev ziyaret li ser girê dîrokî Girnewasê ye. Dîsa min qala ziyareta li ser Girê Mirazan jî kiribû. Ev her du girên hanê, girên dîrokî ne û bi destê benîademiyan hatine çêkirin. Li ser her du giran jî ziyaret hene. Min Girnewasê jî, nola qutîka reş a Nisêbînê pênase kiribû: Te dît di her balafirê de qutîkek reş heye û ew qutîka reş, hemû razên balafirê di xwe de dihewîne. Lema jî min ji Girnewasê re gotibû, qutîka reş a Nisêbînê. Bi raya min Girnewas, gelek razên nayên zanîn di bin xwe de veşartine.

Her wekî tê zanîn li ser Girê Mirazan, ziyaret heye. Bi qasî 7-8 gavan li hêla başûrroavayê ziyaretê, zayînxane derketibû. Kevirê li ser dera deriyê zayîxaneyê jî, sûretê jineke di ber zayînê de bû, li ser hatibû kolandin. Jina zarokê xwe diwelidîne, bi awayekî eyan beyan diyar e. Niha ew kevir di muzexaneya Rihayê de ye.

Ger em vegerin serziyareta li ser Girnewasê, gelo di bin Girnewasê de jî tiştekî wanî heye tune ye, ev nayê zanîn. Lê tişta em pê dizanin ew e ku bi qasî 25 km li jêra Nisêbînê, ango di nav erdê Rojava de, Ûrkêş heye. Navê xwe yê din jî Girê Mozan e. Ûrkêş, paytexta pêşiyên me yên Hûrrî ye û dîroka wî xwe dispêre 4 hezar sal beriya zayînê. Ûrkêş û Girnewas, hevçaxên hev in. Ûrkêş, hem paytexta pêşiyên me yên Hûrrî ye, hem jî navendeke wan a olî bûye.

Baweriya bi xweda Teşûp, li Ûrkêşê belav dibe. Teşûp, serxwedayê pêşiyên me yên Hûrrî ye. Xwedayê birûsk, bahoz û baranê ye. Ev dema em qalê dikin, hîna bîn-berata Akadan/Asûran li vê herêmê tune bûye. Paşê ev qewmê samî ji çolistana nîvgirava ereban a îro tên. Hem jî çawa tên! Edetî nola pirpinîkên xwe li ronkahiyê bigirin, wanî xwe li erdê Hûrrî û Sumeran digirin û tên. Ev qewmê samî, cih li pêşiyên me yên li deşta Mezopotamyayê, diherimîne. 
Akadên pêşiyên Asûran, derdora 200 salî li welatê Hûrrî-Sumeran hukum dajon. Ûrkêş jî di nav de, h