Gulderen Varli: Em ji aştiya birûmet re amade ne

Newroza Hezexê tevî baranê jî bi coşeke mezin hate li darxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli di pîrozbahiyê de axivî û got: "Em ji aştiya birûmet re amade ne."

1 deqe xwendin
Gulderen Varli: Em ji aştiya birûmet re amade ne

Li navçeya Hezex a Şirnexê Newroza bi dirûşma ‘Azadî û Yekitiya Demokratîk’ tê pîrozkirin tevî baranê jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyan bûn. Qada Newrozê ji welatiyên ku hatine pîrozbahiyan re teng ma. Welatî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ketin qada pîrozbahiyan. 

Pîrozbahî bi xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Newroza Amedê re şandibû dest pê kir. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktîvîsta TJAyê Eylûl Îmuk xwend. Piştre Hevseroka Navçeya Hezexê ya DEM Partiyê Songul Erdem bi ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê gel silav kirin û xwestî Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

'Edî bes e’

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli destnîşan kir ku Newroza îsal ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfetên aştiyê ava kiriye, pir bi wate ye û got: "Kurdan her tim aştî xwest. Bila êdî mirin çênebin. Azadî nêz e, em ê ni hev re vê yekê bijîn. Em li dilê Botanê Hezexê dibêjin em ji aştiya birûmet re amade ne. Werin em bi hev re dengê birêz Ocalan bi hev re bilind bikin. Ji mirinan re bes e. Bila êdî dayik negirîn. Ne dayika kurdan ne jî dayika kesên din bila negrîn. Êdî bes e. Em azadî û aştî dixwazin. Em ji bo aştî û azadiyê amade ne. Birêz Ocalan ya ku ketiye ser milê xwe pêk anî. Niha jî dora gavavêtinên şênber a dewletê ye."

Dayikên aştiyê agir vêxist

Pîrozbahî bi stranên Hozan Şervan û gerandina govendê geş bû. Agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hate vêxistin. Li dora agir girseya kombûyî govend gerandin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Newroz” hatin berzkirin. Tevî barana ku dibarî jî pîrozbahî nesekinî, gerandina govendê ranewestiya. Pîrozbahî strîna stranên Koma Hezex bi dawî bû.