Gulîstan Kiliç Koçyigit: Divê rapora hevpar mafê hemû neteweyan mîsoger bike
Serokwekîla Koma DEM Partî ya Meclîse Gulîstan Kiliç Koçyigit bi lêv kir ku di salvegera 27emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de her kes xwedî li banga 27ê sibatê derbikeve û got: “Divê rapora hevpar, mafê hemû netew û baweriyan mîsoger bike.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit tekildarî geşedanên di rojevê de li meclisê daxuyanî da. Gulîstan Kiliç Koçyigit anî ziman ku komploya navneteweyî ya li dijî Rojava ku wekheviya gelan hedef digirt bi mudaxaleya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiyê rawestandin û got ku banga 27ê sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî komploya 15ê Sibatê vala derxist. Gulîstan Kiliç Koçyigit diyar kir ku di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de divê jer kes piştgiriya banga 27ê sibatê bike û wiha got: “Xwedîderketina aştiyê peywîreke dîrokî ye. Divê em hemû bi berpirsyariya birêz Abdullah Ocalan ku girtiyê ser milan re hevkariyê bikin.”
‘Divê rapora hevpar mafê hemû netew û baweriyan mîsoger bike’
Gulîstan Kiliç Koçyigit bal kişand ser xebatên Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Milî û wiha axivî: “Di civîna dawî de 2 akademîsyên axivîn û wan jî diyar kirin ku divê pirsgirêka kurd di çerçoveya ewlehiyê de neyê destgirtin. Em di merhaleyeke girîng de ne. Weke DEM Partî em jî dibêjin divê rapora hevpar a ku dê be amadekirin li dûrî hişmendiya tunehesibandinê, bi awayekî ku mafê hemû netew û baweriyan mîsoger bike were amadekirin. Bi dubarekirina jiberkirinan re em nikarin pêş ve biçin.”
Doza ‘tacîze’ ya meclise
Gulîstan Kiliç Koçyigit tekildarî qanûna parqan ku dê vê din ava vê hefteyê de were Lîjneya Giştî ya Meclîse, anî ziman ku ev qanûn li dijî parastina xweza, parqên neteweyî ye û wê van deran ji sermayedaran re peşkeş bikin. Gulistan Kiliç Koçyigit destnîşan kir ku ew li dijî vî qanûnî ne û berpirsyariya dewletê jî ew ê ku xweza û parqan biparêze. Gulîstan Kiliç Koçyigit bertek nîşanî berdana kesên ji taciza zarokan a di meclise de dihatin darizandin da û wiha û got: “Dadgehe kesên girtî dihatin darizandin berda. Me heta çend deqîqe berê bihîst ku li ser peyamên WhatsAppê careke din 3 kes hatinê girtin û yê din jî ji bo bigirin digerin. Lê tevî peyamên WhatsAppê jî dadgeh çawa dibêje delil tune ne û serbest berdide.”
‘Ew pergal jinan naparêze’
Di berdewama axaftina xwe de Gulîstan Kiliç Koçyigit bal kişand ser jina bi navê Guler Ozkan ku ji aliyê zilamê pê re zewicîbû ve hatibû qetilkirin û wiha pê de çû: “Tevî gelek serdanan jî Guler Ozkan ji aliyê Wezareta Malbatê û dewletê ve nehat parastin. Ew pergal jinan naparêze û qetilkirina jinan teşwîq dike. Em Wezareta Malbatê hişyar dikin; Qetilkirina jinan tune dihesibînin û ji bo parastina jin û zarokan tu qanûnan dernaxînin. Wezareta Malbatê û Wezareta Karên Mavxweyî tenê temaşe dike. Medya jî tundiyê reva dike.”
‘Gel nikarê debara xwe bike’
Gulîstan Kiliç Koçyigit meha Remazanê li hemû Misilmanan pîroz kir û ev tişt gotin: “Ji ber polîtikayên şaş ên desthilatê, gel nikarê debara xwe bike. Cotkar, karker û kesên hilberînê dikin nikarin hilberînê bikin û debara xwe bikin. Enflasyona gida bi xwe re xîzaniyê tînê. Naneke pîde di navbera 25-35 lîreyan e. Dê gel çawa pîde bikirê û di meha rojiyê de pêdiviyên xwe dabîn bike.”
‘Divê Wezîrê ser pirsgirêkên hiqûqî raweste’
Gulîstan Kiliç Koçyigit di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tayînkirina Wezirê Edaletê Akin Gurlek û ev tişt gotin: “Hê nû dest bi kar kiriyê û di gava yekêm de dibêje em ê mafan asteng bikin. Dibêje hevdîtina parêzeran a bi muvekîlên xwe re dikin dê were astengkirin. Pirsgirêk ne ew e. Pirsgirêk şert û mercên girtî tê de tên ragirtin e. Wezîrê divê li gor rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo girtiyên siyasî gavên erênî bavêje lê berovajî vê dibêje em mafan asteng bikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em vê sererastkirinê qebûl nakin. Mafê hemû kesan heye ku bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Astengkirina vî mafî li dijî hiqûqî ye. Divê Wezîrê Edaletê dev jî vê yekê berde û li ser pirsgirêkên hiqûqî raweste.”


