Hebûna di navbera înkar û berxwedanê de
"Yekîtî di metirsiyê de, ne di aramiyê de tê avakirin." Ev gotin îro ji bo gelê kurd rastiyek e. Êrişên li ser Rojava ne tenê gef in, lê belê bingeha yekîtiyeke nû ne ku dikarin bibin sedema guhertinên mezin. Di vê pêvajoyê de, her çendî metirsî hebin, lê derfet jî hene.

Kurdistan îro di serdemeke dîrokî ya herî krîtîk a sedsala 21ê de derbas dibe. Ev pêvajoya ku li her çar parçeyan bi dînamîkên cuda lê bi armancên hevpar dimeşe, di rastiyê de pevçûna di navbera du hişmendiyan de ye: Hişmendiya netewe-dewletê ya înkarê û hişmendiya civaka demokratîk a berxwedanê.
Dema em li herêma Rojava dinihêrin, em dibînin ku şoreşa li vir pêk hatî, ne tenê guhertineke herêmî, lê belê veguherîneke gerdûnî ye. Tevî êrişên dijwar ên li ser destkeftiyan û hewildanên dagirkeriyê, berxwedana Rojava di qada neteweyî de bûye kaniya herî mezin a ruhê yekîtiyê. Ev yekîtiya bi taybetî li dijî êrişan derket pêş, nîşan da ku sînorên destçêkirî êdî di nav hest û îradeya gelê kurd de hatine hilweşandin.
Li bakurê Kurdistanê, ev îradeya siyasî xwe di banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" de dibîne. Ev bang, ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn projeyeke çareseriyê ya rasyonel û zanistî pêşkêş dike. Lê belê, aliyê neyînî û astengker ê vê pêvajoyê, israra dewleta tirk a di polîtîkayên înkar û tunekirinê de ye.
Dewlet bi rêya pergala qeyûman û zextên li ser siyaseta demokratîk, hewl dide deriyekî bigire ku gelê kurd ji bo çareseriyê vekiriye. Lê li hemberî vê, daxwaza gel a ji bo yekîtiya neteweyî wekî mertalekî polîtîk derdikeve pêş; gelê Bakur êdî çareseriyê ne tenê di nav sînorên dewletekê de, lê di nav yekrêziya stratejîk a her çar parçeyan de dibîne.
Rewşa li başûr û rojhilatê Kurdistanê jî bi heman rengî di navbera destkeftî û metirsiyan de diçe û tê. Li başûrê Kurdistanê, krîza di avakirina hikûmetê de û nebûna dengekî yekgirtî li Bexdayê, weke valahiyeke siyasî derdikeve pêş ku dijminên gelê kurd jê sûd werdigirin. Ev perçebûna di navbera partiyan de, metirsiyeke mezin li ser statuya federal ava dike. Lê belê, di asta civakî de, daxwaza gelê Başûr a ji bo yekîtiyê ji her demê zêdetir e. Gel êdî fêm dike ku parastina Hewlêrê ji parastina Kobanê û Amedê derbas dibe.
Li rojhilatê Kurdistanê jî, tevgera ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" gerdûnî bû, nîşan dide ku daxwaza azadiyê ya kurdan bi nirxên gerdûnî re gihîştiye lûtkeyê. Rojhilat îro ne tenê parçeyekî li ber xwe dide, lê bîrdoziya yekîtiya neteweyî di nav dilê sîstema zordar de ava dike.
Di encamê de, gava em weke muqayeseyeke zanistî li rewşê dinihêrin, em dibînin ku xala herî erênî û dîrokî daxwaza gelê kurd ya yekîtiya neteweyî ye. Ev daxwaz êdî ne tenê daxwazeke xeyalî ango teorîk, lê weke hewcehiyeke biyolojîk û siyasî ji bo hebûna kurdan derketiye holê.
Tevî ku li qada navneteweyî siyaseta înkarê dewam dike, yekîtiya hest û îradeya ku gelê kurd li dora berxwedana Rojava û bangên aştiyê yên Bakur ava kiriye, bersiva herî bi bandor e. Pêşeroja Kurdistanê wê ne bi biryarên li paytextên biyanî, lê bi pêngavên yekîtiyê yên ku gel li kolanan û di nav berxwedanê de ava kirine, were misogerkirin. Yekîtiya neteweyî, îro ji bo kurdan ji her demê nêzîktir û ji bo dagirkeran ji her demê tirsnaktir e.
Li dawiyê, gelê kurd di pêvajoyeke dîrokî de ye ku hem metirsî hem jî derfet hene. Êrişên li ser Rovaja ne tenê gef in, lê belê derfetek e ku yekîtiya kurdan xurt bike. Her çendî siyaseta înkarê dewam dike jî, hişyarbûna gelê kurd û zanîna navneteweyî dikare vê siyasetê têk bibe. Modela Rojava, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana Rojhilat hemû nîşan didin ku gelê kurd li ser piyan e û dixwaze mafên xwe yên herî bingehîn bi dest bixe.
Yekîtiya li dijî êrişan ne tenê pêwîstiyeke stratejîk e, bingeha pêşerojeke demokratîk e ji hemû gelên herêmê re. Yekîtiya kurdan li dijî êrişên li ser Rojava nîşan dide ku kurd ne tenê gelê bindest e, gelê projeyeke siyasî ye ku dixwaze pergaleke nû ava bike. Ev yekîtî ne tenê li dijî dijminê hevpar e, ji bo parastina nirxên hevpar e: xweserî, demokrasî û azadiya jinê hîmên herî bingehîn ên vê yekîtiyê ne.
"Yekîtî di metirsiyê de, ne di aramiyê de tê avakirin." Ev gotin îro ji bo gelê kurd rastiyek e. Êrişên li ser Rojava ne tenê gef in, lê belê bingeha yekîtiyeke nû ne ku dikarin bibin sedema guhertinên mezin. Di vê pêvajoyê de, her çendî metirsî hebin, lê derfet jî hene. Yekgirtina gel a li dora Şoreşa Rojava bû yek nîşan dide ku gelê kurd di rêya rast de dimeşe û dikare bi yekîtî, stratejî û projeyeke demokratîk, pêşerojeke ronî ava bike.


