Hejmara 162yan a kovara Jinê derket

Hejmara 162yan a kovara Jinê bi manşeta “Berxwedana nîvesrê didome: Trîbunalên jinan û edalet” derket.

1 deqe xwendin
Hejmara 162yan a kovara Jinê derket

Hejmara 162yan ya kovara heftane ya Jinê derket. Kovar di hejmara xwe ya nû de li ser têkoşîna jinan ên di qadên çandî, civakî û hiqûqî radiweste û hewl dide têkoşîna jinan a li dijî tundiya li ser jinê û bêhiqûqiyên li dijî jinan tên kirin raxe li ber çavan.

Nivîsên vê hejmara nû ev in:

* Klektîfkirina tişta takekesî û hilweşandina daraza mêr: Trîbunalên jinan ji bo me çi vedibêjin? / Melek Avci

* Di sala 50an de divê em trîbunalên jinan zêde bikin / Meral Çîçek

* Di neteweya demokratîk de huner û jin / Şîlan Baran

* Têkoşîna jinan a di bin siya mezheban de: Bawerî, îktîdar û nasname / Salîha Aras

* Li ser pergalên serdest û azadiya jinê / Seher Yildirim